ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Li Navenda Fikir û Ramanê Azad a Star dewreya perwerdê ya ku di 20'ê tîrmehê de bi navê Şehîdên Minbicê hatibû destpêkirin, didome. Têkildarî rêveçûna perwerdê endamên dewreyê nirxandin kirin. Jinan gotin, "Jina Kurd di milê siyasî, aborî, leşkerî û gelek qadên din de jî pêşengtî kiriye. Divê em weke jinên ereb dîwarê bêdengiyê bişkînin û ji bo avakirina civakeke azad têkoşîn bikin."

*DAIŞ li qadên ku dagir kir bi pêkanînên dij mirovahiyê psîkolojiya tirsê li gel afirand. Hêrsa li dijî çeteyê DAIŞ’ê wê ti car nekeve, wekê Gulden û keça wê Cevahîrê. Gulden û Cevahîrê diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê nabêje zarok û extiyar hemû kesî qetil dike û got piştî şervanên meclîsê gundê wan rizgar kirine jiyanek azad dijîn û tenê daxwaza wan eve ku DAIŞ ji cîhanê bê paqijkirin.

* Jina bi navê Margaret Lotee bi salan e li herêma Karamoja ya Bakurêrojhilatê Ugandayê tamîrata bîra sondajê dike ava paqij bir ji 8 hezar mirovî re û got ew ji karê ku dike gelek kêfxweşe û got wê nêzîkatya civakê ya li dijî jinê şikandiye.

*Surmî Înce (55) ya ku di 18'ê Tîrmehê de li bajaroka Xirvatê ya navçeya Colemêrgê dema taştê ji bo zarokên xwe yên palê dibir ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin. Cîran û malbata Surmî, qala jiyan û evîndariya wê ya xwezayê kirin.

* Emîne Nisret Ebdê ji beriya 23 salan heta roja îro çanda teşiyan ku ji dapîra xwe wergirtiye, diparêze û bi afrineriyên nû dema xwe derbas dike.

*Hevalên Rojnameger Denîz Firat a êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li dijî Mexmûrê bi kameraya xwe bi hemû cîhanê re parve kir û di şer de jiyana xwe ji dest da, di salvegera wê ya duyemîn de, têkoşîna wê vegotin. Hevalên Denîz Firat wiha qala wê kirin: "Denîz di çapemeniya jin a şoreşger de xetek bû. Ew xetek sûtûr bû. Ji ber vê yekê xeyalên hemû şehîdên me soza me ya têkoşînê ye."