'Em bi rêya perwerdeyê rastiyê fam dikin'
09:01
Rûken Dêrik/JINHA
RIMÊLAN- Li Navenda Fikir û Ramanê Azad a Star dewreya perwerdê ya ku di 20'ê tîrmehê de bi navê Şehîdên Minbicê hatibû destpêkirin, didome. Têkildarî rêveçûna perwerdê endamên dewreyê nirxandin kirin. Jinan gotin, "Jina Kurd di milê siyasî, aborî, leşkerî û gelek qadên din de jî pêşengtî kiriye. Divê em weke jinên ereb dîwarê bêdengiyê bişkînin û ji bo avakirina civakeke azad têkoşîn bikin."
Li bajarokê Rimêlan ê girêdayî Girkê Legê ya Kantona Cizîrê li Navenda Fikir û Ramanên Azad a Star di 20'ê Tîrmêhê de perwerdeya bi navê Şehîdên Minbicê ji bo 20 jinên Kantona Cizîrê ku di nava sazî, komîn û meclisan de cihê xwe digirin ji bo 23 rojan hatibû destpêkirin. Têkîldarê rêveçûna perwerdê endamên jin gotin "Perwerde ji bo jinê gelek girînge. Ji bo avakirina keseyetek bi hêz perwerde esase. Jina bi navê Efaf Hisên derbarê perwerdeyê de wiha got: "Ez cihê xwe di nava Yekîtiya Rewşenbîran û Saziya Ziman de digirim. Armanca min ji tevlîbûna vê perwerdeyê ku ez xwe pêşbixînim û bi zanebûna xwe û hemû jinan re em civakeke azad ava bikin. Bi salane ku em dinvîsin, lê nivîsên me dihatin veşartin, me êşa jinan û êşa welatê xwe dinvîsand. Lê her dem desthilatdaran ev yek vedişartin. Bi destpêkirina şoreşa Rojava ev pirsgirêk hemû hatin derbaskirin, êdî jin dikare bi azadî nerînên xwe bîne ziman û hemû êş û xwestekên xwe bîne ziman."
'Em bi rêya perwerdeyê rastiyê fam dikin'
Efafê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ew bi vê perwerdeyê pir kêfxweş e û wiha domand: "Em di perwerdeyê de waneyên dîroka jin, dîroka kurdistanê, netewa demokratîk, jineolojî û parastina rewa dibînin. Em bi rêya perwerdeyê rastiyê fam dikin. Em jî weke jin divê em bi rêya van perwerdeyan xwe pêşbixînin, bi deng û pênûsa xwe em gavên dîrokî bavêjin da ku em jinek azad û welatekî azad ava bikin."
'Waneya herî zêde bandor li min kir, dîroka Kurdistanê bû'
Endama perwerdê Celîle Elî ji pêkhateya ereb wiha perwerdeya xwe dinirxîne: "Ez bi armanca xurtkirina zanîna xwe tevlî perwerdeyê bûme. Ez dixwazim bi rêya vê zanebûnê pirsgirêkên xwe û civaka xwe jî çareser bikim. Gelek wane di perwerdeyê de hatin dayîn, lê ya herî zêde bandor li min kir waneya Dîroka Kurdistanê bû. Ji ber ku di dîrokê de gelek caran mafê kurdan hatiya xwarin, dîroka kurdan a dewlemend hatiye windakirin. Raste em bi kurdan re jiyan dikin, lê rojekê di dema xwendinê ya rêjîma Sûriyê rastiya dîroka kurdan ji me re nehatiye eşkerekirin. Di vê perwerdeyê de gelek tiştên veşartî hatin zelalkirin. Êdî em dizanin ku kurd xwedî dîokek dewlemende."
'Divê jinên ereb jî dîwarê bêdengiyê bişkînin'
Celîlê qala rastiya jina kurd a ku perwerdeyê de hate zelalkirin jî kir û wiha got: "Têkoşîna jina kurd a bi sedê salan mîna dîroka kurdan a ku ji hêla hêzên desthilatdar ve hatibû veşartin e. Jinê di milê siyasî, aborî, leşkerî û gelek qadên din de jî pêşengtî kiriye. Divê em weke jinên ereb dîwarê bêdengiyê bişkînin û ji bo avakirina civakeke azad têkoşîn bikin. Divê zilm û zoriya ku li ser jina ereb jî heye bi fikrekî azad were bidawî kirin. Şoreşa ku îro li Rojava bi navê jinê hatiye bi navkirin, divê jin jî heya asta dawiyê lê xwedî derkeve."
(hs/rc)