Rojnamegerên Jin: Pênûsa Denîzê bi wêje, heskirin û wate dagirtî bû
09:08
Binevş Sarya-Fîdan Rêzan /JINHA
QAMIŞLO - Hevalên Rojnameger Denîz Firat a êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li dijî Mexmûrê bi kameraya xwe bi hemû cîhanê re parve kir û di şer de jiyana xwe ji dest da, di salvegera wê ya duyemîn de, têkoşîna wê vegotin. Hevalên Denîz Firat wiha qala wê kirin: "Denîz di çapemeniya jin a şoreşger de xetek bû. Ew xetek sûtûr bû. Ji ber vê yekê xeyalên hemû şehîdên me soza me ya têkoşînê ye."
Rojnameger Denîz Firat (Leyla Yildiztan) ku kamera, wênekêş û pênûsa xwe girt destê xwe êrîşa çeteyên DAIŞ’ê bê navber şopan û ragîhand hemû cîhanê di 8’ê Tebaxa 2014’an de di encama êrîşa topa hewanê ya çeteyan de ji dilê xwe birîn girt û jiyana xwe ji dest da. Şervaneke û jineke ku li pey heqîqetê meşiya, rojnameger Denîz Firat di duyemîn salvegera wê de ji aliyê hevpîşeyên wê ve hat vegotin. Ozgur Serhat yê li Efrînê di Ronahî TV de dixebite diyar kir ku Denîz Firat ji malbateke ku ji ber zextên dewletê neçar maye koç bike tê.
'Bi saetan çanteya kamera dida pişta xwe û dixebitî'
Ozgurê da zanîn ku Denîz ji bo gel û jinên Kurd digot "Azadiyên mezin pêwîste" û wiha got, "Rêya şehîdan şopand. Hevala Denîz xeta şehîdan esas girt. Zaroktî heya mezin bû her di zehmetiyê de jiya. Axaftineke Nietzsche ya navdar heye dibêje 'Di êşên herî mezin de, lûtkeyên herî mezin ava dibe'. Hevala Denîz jî wûsa bû, êşên giran dît û vê hişt ku ew rêyeke wiha bişopîne. Ji karê xwe re pir bi dîqet bû û bi seatan dikarî ku çanteya xwe ya kamera li pişta xwe hilgire û bê rawest bi coşeke mezin kar bike. Her dem dixwast tiştên nû û cuda biafirîne."
'Li pey heqîqetê şehîd ket'
Ozgurê meşa Denîzê meşa heqîqetê pênase kir û got, "Ew li pey heqîqetê jî şehîd ket. Di sala 2014'an êrîşeke dijwar li ser kampa Mexmûr çêbû. Denîzê jî li kampê xebatên ragihandinê dikir. Di demekê ku li derdora wê hewan, gule û gulebaran dihate kirin, wê bi cesareteke mezin xebatên ragihandinê dikir û cîhanê bi rêya Denîzê dizanî li kampa Mexmûr çi diqewime. Wek rojnamevanek ji me re nîşan da ku divê ji bo heqîqetê her bedel were berçav girtin."
'Êşa ku gel dijî ji kurahiya dilê xwe ve hîsdikir'
Rojnamevan Stêrk Gulo ya ku tevî Denîz Firat xebat daye meşandin û dinase wiha dest bi vegotina rêhevala xwe Denîzê kir, "Wek rojnamevaneke jin a Kurd, lêgera wê ya ku rastiya jinê bîne ziman pir berçav bû. Bi pênûsa xwe gelek nivîsand û xwest vê rastiyê ji cîhanê re bêje. Denîzê ne tenê êşên jinên Kurd, herwiha dixwest berxwedana jinê jî nîşan bide. Yek ji rûpelên ku cîhan ji nedîtî ve tê, berxwedana jina Kurd e. Denîzê jî bi vê zanebûnê dikir ku hertim êş, zorî û zehmetiyên ku gelê Kurd pê re rûbirû maye, bigre dest. Wê xwest bibe pencereyek ku jina Kurd tê de were dîtin. Êşa ku gel dijî ji kurahiya dilê xwe ve hîsdikir. Ev jî taybetmendiyek ya rojnamevaniyê ye."
'Di fotoyên xwe de ruhê hezkirina xwezayê nîşan dida'
Stêrkê bi lêv kir ku Denîzê ji xwezaya Kurdistanê pir hez dikir û wiha domand, "Di fotoyên xwe de ruhê hezkirina xwezayê nîşan dida. Hevala Denîz di xebatên kovara Tanriça Zîlan a ku li çiya tê weşandin de, di beşê Kurdî de cih girt û pir nivîsên wê jî hene. Li ser jin, zarok û berxwedana şervanên jin dinivîsad. Dema êrîşên DAIŞ li ser Kurdistanê çêbû û çeteyan berê xwe dan kampa Mexmûrê, bi heman ruhê tevgerî. Beriya şehîd bibe tevlî televîzyonan bû û xwest tiştên li wir diqewimî, ragihîne. Behsê berxwedaniya şervan û gelê kampê kir. Me bi rêya hevala Denîz bihîst ku li wir çi çêbûye. Xeta Hevala Denîz ku têdikoşiya berxwedana gelê Kurd ya li beramberî hovîtiya çeteyan, radigihîne pir pîroz e. Divê hemû rojnamevan çi bibe bila bibe, buhayê wê çi bibe bila bibe rastiyê bînin ziman, mînaka vê jî Denîz Firat e."
'Pênûsa wê bi wêje, heskirin û wate dagirtî bû'
Rojnamevan Jiyan hêvî ya ku salên dirêj bi Denîz Firat re di qada ragihandinê de maye û got ew ligel hev derbasî xebatê raghandinê bûne. Jiyanê anî ziman ku Denîzê gava dest bi xebatê raghandinê kir gelek bi coş û heskirin tevlî xebatê dibû û wiha got, "Hevala Denîz di jiyanê, xebatên şoreşgerî de însanek pir fedakar bû. Ji hevalên xwe pir hez dikir. Xebatên ragihandinê jî jê re bû zemîn ku hezkirina însan, coşa xwe bêtir nîşan bide. Aliyê wê yê hestyariya bilind dihişt ku pênûsa wê jî xurt be. Pênûsa wê bi wêje, hezkirin û wate dagirtî bû."
'Hêvî û xeyalên wan ji bo me soza têkoşînê ye'
Jiyanê destnîşan kir ku Denîzê di bi aweyek cidî nêzî xebatê xwe dibû û wiha pêde çû, "Di gerîllatî, şer û karek asayî de jî wiha bû. Bi nirxan ve girêdayî bû. Dizanîbû derfetên di dest de di encama kedeke pîroz û xwîna şehîdan hatiye bidestxistin de bû. Lewre pir nirx dida her tiştekê. Hevalên di qada ragihandinê de şehîd bûne wek heval Xelîl Dag, Hebûn Dersîm û hevalên din ji xwe re esas digirt. Di wê zanebûnê de bû ku divê rêya wan dewam bike. Lewre nedizanî westandin çiye. Ji bo me jiyana wê mînak bû. Di xebatên ragihandinê de û wek şoreşgereke jin ya bi mînak bû. Wek hevalên wê yên rê, em li pêşberî keda ku hevalên me di ragihandinê de dane, bi rêz nêzîk dibin. Hêvî û xeyalên wan ji bo me soza têkoşînê ye.
(kom/rc)