‘Azadiya Rêber Apo azadiya jinane’

09:10

JINHA

KOBANÊ - Li Kantona Kobanê bi hezaran welatî bi armanca şermezar kirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşek girseyî pêk anîn.

Li Kantona Kobanê bi pêşengiya Kongra Star ji bo şermezar kirina tecrîda li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşek girseyî pêk hat. Meşa ku ji Qada Jina Azad dest pêkiriye bi tevlîbûna Saziyên Civaka Sivîl ya Kantona Kobanê û Rêxistinên jin heya Deriyê Mûrşîd Pinar bi hildana posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alê YPJ/YPG'ê, Kongra Star û TEV-DEM'ê berdewam kir. Bi hezaran welatiyên ku di heman demê de alên reş hildabûn bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok Jiyan Nabe" meşiyan. Her wiha di meşa girseyî de panqertên li ser "Em bi rûhê ciwantiyê mitîngeriyê perçe bikin", "Rêber Apo bila Azad bibe" û "Tecrîda li hember Rêber Apo tecrîda li ser jiyana azade" hatin hildan.

Li ber Deriyê Mirşut Pinarê, piştî xwendina siruda Ey Reqîb Asiya Ebdullah di derbarê tejirîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan de got: “Em tecrîda giran ya li ser Rêberê gelê kurd bi tundî şermezar dikin. Dema ku êrîş li ser Kantona Kobanê çêbû, wê demê Rêber Apo ji boyî Kobanê wiha gotibu: ‘Kobanê xeta sore mesala kobanê mesal hemû Kurdaye pêwîste hemû gelê kurd rabin ser piyan û her kes berê xwe bide Kobanê û tevlî berxwedan kobanî bibe li dijî faşîzima DAIŞ.` Ji bo wê gotinê bi milyonan kurd rabûn ser piyan û bi saya Rêber Apo xwedî li kobanê derketin.’’

Asiya wiha berdewam kir: “Bi hêza Rêber Apo û gelê Kurdi komplo heta astekî vala hatiye derxistin. Wê gelê me ji niha û pêde jî nehêle ku ev qomplo bi ser bikeve. Emê fêrî bê Rêbertî Jiyanê nebin û hetanî em tejirîtê neşkênin û Rêberê xwe azadi nekin wê jiyan ji mera herambe. Ji 5’ê Nîsana sala 2015’an hetanî niha bi ti awayî agahî ji Îmraliyê nayên girtin. Daxwza me ew ku heyetekî serbixwe here Îmralî. Lê belê heta ku Rêberê gelê Kurd birêz Abdulah Ocalan azad nebe em ê jî ji qadan vala nekin. Azadiya Rêber Apo azadiya jinê ye.’’

Meşa girseyî piştî axaftina Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk Asiya Ebdullah bi diruşmeyan dawîbû.

(kom/zt)