‘Em Meclisa Ciwanên Şengalê tecrîdê napejirînin’

10:54

Xensê Xidir - Îlham Hecî/ JINHA

ŞENGAL – Endama Meclisa Ciwanên Şengalê Rojda Egîd diyar kir ku ewê li hember tecrîdê bêdeng enmînin û got: “Azadiya Rêber Apo azadiya ciwana ye, em vê tecrîdê napejirînin û em ê weke ciwanên Şengalê bi çalakiyên xwe helwesta xwe diyar bikin.

Li her devera Kurdistan û cîhanê gelê kurd ji bo Rêberê xwe di çalakiyan denin. Jin û ciwanên Şenglê jî dest bi çalakiyên ji bo rakirina tecrîdê dikin. Endama Meclisa Ciwanên Şengalê Rojda Egîd jî da zanîn ku weke ciwanên Şengalê ew tecrîdê na pejirînin û wiha axivî: “Em wek ciwanên Şengalê tecrîda ser Rêber Apo şermezar dikin. Em li ser fikir û felsefa Rêber Apo teşe didin jiyanê. Li gorî wê fikrê pêwîste em gelê xwe jî rêxisitnbikin. Ev sal nîveke em tu agahî ne ji tendurist û ne rewşa Rêberê xwe nizanin. Ji bo wê li her derê gel radibe ser piyan û tecrîdê şermezar dikin.”

‘Tiştek nikare em ji Rêbertiya me dur bigire’

Rojda destnîşan kir ku wan jinên Êzidî di çiyayê Şengalê de yekem care xwe rêxistin kirî, wê vê rêxistinbûna xwe mezin bikin û wiha berdewam kir: “Bi ferman û komkujiyan em naqedin. Gelek ferman ceribandin lê biserneketin. Niha weke jinên Êzidî di çiyayê Şengalê de me xwe birêxistin kiriye. Ji her demê zêdetir em hêzin û ji xwe bawerin. Çawan me biryardaye ku emê desturê nedin ti fermanan bi heman şêweyî emê li hemberî hemu bêmafiyan bisekinin. Weke jinên ciwan em ê helwesta xwe ya li heber tecrîdê jî bi çalakiyên xwe nîşan bidin. Ti tiştek nikare têkeve navbera me û rêbertiya me de.”

Rojda bilêvkir ku dê weke Meclisa Ciwanên Şengalê çalakiyên wan ên ji bo rakirina tecrîdê despêbikin û wiha dom kir: “Me weke jinên ciwan ticarî tecrîd ne pejirandiye û em ê ne pejirînin jî. Azadiya Rêber Apo azadiya me ye, azadiya hemû gelê bin deste. Tecrîda li ser Rêber Apo qutbûnek çêdike di navbera wî û gele Kurd de, lê tutişt nikare me ji hev qut bike. Ji xwe li Başurê Kurdistanê Konfaransek ji bo azadiya Rêberti hatibu li derxistin û li her çar aliyê Kurdistanê meşên girseyi hatin li derxistin. Heya ku em hebin em ê li pey doza Rêbertiya xwe bin weke ku Rêbertiya me dibêje; ‘me ev şoreş bi ciwantî despêkir em ê bi ciwanti biserxin.’ Em jî dibêji em wek ciwanên Şengal em ê azadiya Rêbertiya xwe biserxinin. Çawa pêwistiya mirovan bi nan û avê heye pêwistiya me jî ewe ku em li welatek azad bi Rêbertiya xwe re jiyan bikin ev roj nêze ne dûre.”

(zt)