Ruyê zarokên Minbicê yên ji dilbunê rizgarbûn diken e
11:06
JINHA
MINBIC – Ji bo azadiya Minbicê şer bi dijwarî berdewam dike, şervanên meclisê ji bo azadiya sivîlan hemû hêza xwe nîşan didin. Welatiyên ku ji nava bajêr derdikevin ji şervanên meclisê re duayan dikin, ken jî ji ser ruyê zarokan kêm nabe.
Ji bo azadiya Minbicê “Operasona Şehid Fermandar Faysal Ebû Leyla” a ku hatibû despêkirin di merheleya dawiyê de berdewam dike. Çeteyên DAIŞ’ê yên ku di bazarê de asê mayîn li hember xala hesas a şervanên meclisê sivîlan êrîşan dikin. Cardin pilanê çeteyan ê şervanan bi gel mijulkirinê û dem qazanc kirinê ji bo revê negirt.
Şervanên meclisê taxa yenî rizgarkirin û gel jê derxistin. Kareyên îro ji Minbicê ketin ber objektîfan şervanên meclisê di tunelên kolayî de welatiyan ji nava şer derdixin cihên ewle. Zarokê biçuk ê ji destê çeteyan rizgarbu destên xwe vekir û şanaziya xwe parkir ev jî ji bo şervanan bu morala herî mezin.
Minbiciyan ji bo şervanên meclisê yên xizmên wan ser pişta xwe ji nava şer derdixin qadên ewle dua dikin.
(zt)