Jinên ciwan li hember hişmendiya deshilat biriyara çalakiyan girtin

18:24

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Kongreya Komeleya Jinên Ciwan bi şîara, ‘’Bi pêşengtiya Jinên Ciwan serhildan, heta azadiyê tolhildan’’ pêk hat.

Kongreya Komeleya Jinên Ciwan bi şîara, ‘’Bi pêşengtiya Jinên Ciwan serhildan, heta azadiyê tolhildan’’ pêk hat. Komelên Jinên Ciwan biryar girt ku di bin navê Komalên Jinên Ciwan ên Kurdistanê de (Yekîtiya Jinên Ciwan ên Kurdistanê de) xwe bi rêxistin bike. Koordînasyona KJC’ê têkildarî kongreyê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate gotin kongre di navbera 12-14’ê Tîrmehê de hatiye pêk anîn. Di daxuyaniya Koordînasyona KJC’ê de wiha hat gotin: “Di pêvajoyeke wiha dîrokî de ku ji hêla têkoşîna azadiya jinê ve, geşedanên ku me ber bi azadiyê ve dibin li pey hev tên, ku ji bo şoreşê em pêk bînin ti aseng li pêşiya me nîn in, me Kongreya 1. a Komalên Jinên Ciwan di navber 12-14’ê Tîrmehê de, bi serkefî pêk aniye. Kongreya me bi 70 delegeyên ku ji çar parçeyên Kurdistanê hatibûn, bi coşî, kelecanî û moralekî xurt pêk hat. Di şexsê şehîd Alî Çîçek de ku di rojiya mirinê ya mezin a 14’ê Tîrmehê de şehîd ketibû, hemû şehîd hatin bibîranîn, giyanên wan ên berxwedêr di kongra me de xwe daye nîşandna. Sondxwarina pêgirîbûna bi têkoşînê ve hatiye dubarekirin.”

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

Em kongreya xwe li Heqîqeta xwe, Rêbertiya xwe ku ev ji çil salî zêdetir e jêderka îdeolojiya me ya rizgariya jinê ye û her wiha jêderka têkoşîna me ye, ji bo azadiyê bêyî rawestan têdikoşe, li hemberî kirinên dij mirovî yên dewleta Tirk a faşîst, li sîstema çarmîxê ya Imraliyê de, berxwedaneke dîrokî nîşan dide û di şexsê xwe de 40 milyon Kurd û jinê dide jiyîn, bi baweriya bi şoreşê û azadiyê em pîroz dikin. Me diyar kir ku, peywira jinên ciwan azadkirina fizîkî ya Rêber Apo ye ku yekane rasteqînî û Heqîqeta jinê ev , me sonda xwe di kongra xwe dubare kir ku em rexneya xwe ya têrnekariya hevrêtiyê ya li Rêbertiya xwe bidin û civaka exlaqî û polîtîk ya ku hîsên qirêj ew tune kiriyeb, bi şoreşa ku wê dîsa me bîne heyinê ava bikin û diyarî hemû jinan, ciwanan, gelê xwe bikin.

Her wiha di kongreya me de biryar hate dayin ku nav û alaya Komalên Yekîtiya Jinên Ciwan were guherandin. Di kongreyê de biryar hatiye dayin ku nav bibe ‘’Komalên Jinên Ciwan ên Kurdistanê’’ û bi quteberî navê wê jî ‘’KJC’’ be. Di serdema nû de biryar hate girtin, ji bo ku têkoşîneke aktîf û radîkal were dayin, li çar parçeyên Kurdistanê li hemberî hişmendiya serweriya zilêm pengavekê pêk bînin.

Biryarên ku di Kongra KJC’ê de hatine standin:

1. Biryar hate dayin ku; azadiya fizîkî ya Rêber Apo di navenda hemû xebatan de were bicihkirin, di nav çarçoweya ku 24 saetan bi Rêbertiyê re were jiyîn, KJC divê di her qadê de xwe çalak bike
2.Biryar hate dayin ku; Leyla Şaylemez ku li Parîsê hate qetilkirin weke şehîda KJC’ê were qebûlkirin û bibe sembola hemû jinên ciwan.
3.Biyar hate dayin ku; li ser bingehê ku hesabê qirkirina jinên Êzdî were pirsîn, xebatên jinên ciwan ên Êzdî werin xurtkirin û li ser vê bingehê rêxistiniyeke nû were avakirin.
4. Ji bo ku yekîtiya netewî ava bibe, di pêşengtiya jinên ciwan de, li ser bîngehê felsefeya azadiya jinê, pêşengtî ji xebatên yekîtiya netwî re were kirin, ji bo vê jî têkilî û hevkarî were danîn.
5.Biryar hate standin ku; têkoşîn li dijî zayendiîparêziyê were kirin, ku ev çeke herî sereke ya hişmendiya serweriya zilêm e; hemû polîtîkayên ku jinên ciwan bê vîn dikin divê werin redkirin, li hemberî van hemû êrîşên qirker divê jin bi hişmendiya xweparatinê were pêçan, birêxistinkirin û çalakgerkirin.
6. Li hemberî komkujiya jinê ku faşîzma zilêm vê li ser bingehê îmha û înkarê pêk tîne divê têkoşîna aktîf were dayin, rêxistinbûyinên hewce werin kirin, di her qadê de çalakiyên berbelav werin kirin.
7. Biryar hate dayin ku; Di hemû qadan de, bi şîara, ‘’bi pêşengtiya jinên ciwan serhildan, heya azadiyê tolhildan’’ pêngava rêxistinbûyinê were destpêkirin.
8.Xebaten azadiya jinê yên qadên dîplomasî, çapemenî, ekonomî, ekolojî,çand, kultur, huner, zimên bi awayê komîteyan li hemû qadan di resendiya jinên ciwan de werin birêvebirin.
9.Divê xebatên jîneolojiyê li ser bingeha îdeolojiya azadiya jinê, li dor zanista sosyal a jinên ciwan, weke komîteyeke navendî were rêxistinkirin.”

(kom/zt)