ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
* Li Geverê di nava xirabeyan de pitikên çavê xwe li jiyanê vedikin navên berxwedêran lê tên kirin. Nûjiyan jî yek ji wan zarokane ku bi dengê berxwedanê çavên xwe vekir û navê berxwedêrekê lê hat kirin.
*Têkîldarê girêdana jin û xwezayê Endama Buroya Peywendiyên Dîplomatîk Ebla Dawê got, "Jin û xweza du hêmanên jiyanê yên pîroz in. Jin û xweza bi hev re xweşikbûneke bêsînor ava dikin."
*Endama Rêveberiya Meclisa Jinên Êzidî ya Şengalê Xoxê Cindî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan şermezar kir û got: “Azadiya Rêber Apo azadiya me ye. Ji bo azadiya Rêberê xwe em ê hertim têkoşîn bikin.”
*Rokîstan Elî li Kantona Efrînê bi berhemên hunerên destan hem debara xwe dike hem jî piştgirî dide aboriya malbatê. Rokîstanê diyar kir ku jin ji dîrokê ve bi destên xwe berhemên xweşik ên hunerî afirandiye u got "Karê destan hunereke ya jinan e."
*Di çarçova hamleya hamleya Meclisa Leşkeriya Minbicê dayî despêkirin li hemberî çeteyên DAIŞ’ê şer giran berdewam dike. Koridora ku ji aliyê şervanên meclisê ve hati vekirin ku sivîlan derbazî cihên ewledikin. Jin û keçên ciwan ên digihin cihê ewle despêkê ew çerçevên DAIŞ’ê bi zorê li wan kirîn ji ber xwe dikin û paşê jî dişewitînin.