‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’

09:06

JINHA

ŞENGAL - Endama Rêveberiya Meclisa Jinên Êzidî ya Şengalê Xoxê Cindî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan şermezar kir û got: “Azadiya Rêber Apo azadiya me ye. Ji bo azadiya Rêberê xwe em ê hertim têkoşîn bikin.”

Di serî de li Kurdistanê û her devera kurd lê dijîn her diçe çalakiyên li hemberî tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan mezin dibin û bertek zêde dibin. Jinên kurd ên ku azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan weke azadiya xwe dibînin dest bi kampanya ya “Ez li Rêberê xwe, ax û azadiya xwe xwedî derdikevim” kirine. Bertekek jî ji Meclisa Jinên Êzidî ya Şengalê hat. Endama Rêveberiya Meclisa Jinên Êzidiya Şengalê Xoxê Cindî di derbarê tecrîdê de nirxandin kir.

‘Em jinên Êzidî bi fikir û felsefeya rêbertî gihiştine’

Xoxê di derbarê bêdengiya saziyên navnetewiya li hember tecrîdê de wiha axivî: “Em di serî de yên destê wan di vê tecrîda ser Rêber Apo heyî de şermezar dikin. Raste Rêber Apo bi navê rêberê gelê kurd tê bi navkirin, lê ew rêberê hemû gelên bindest yên cîhanê ye. Dema ku ferman bi serê me de hatî ji bilî Rêber Apo kes bi heware me ve nehat û li me xwedî derneket. Dema mirov li çavên serokatî dinêre hêviyên jiyanê têde dibine. Em jinên Êzidî bi fikir û felsefeya rêbertî gihiştine vê astê û em li berxwe didin. Di nava çar dîwaran de êşa me hîs kir û gerîlayên azadiyê bi hewara me ve şandin. Ewên xwe wek saziyên mafê mirovan didin nişandan, dibêjin em xwedî rehmin û em ji ti êş û neheqiyê re bê deng naminin, lê mixabin li hember tecrîda ser Rebêr Apo tê meşandin heya dawi bêdeng dimîne. Tekoşina ku rebêre me dide, tekoşina gelane.”

‘Ji bo azadiya Rêberê xwe em ê hertim têkoşîn bikin’

Xoxê destnîşan kir ku ew ê weke jinên Êzidî ticarî tecrîdê nepejirînin û wiha domand: “Em ti carî vê tecrîda li ser Rêber Apo qebûl nakin. Emê heta dawî têkoşîn bikin û di nava hewildanan de bin hetanî ku em xeberekê ji serokê xwe werbigirin. Ger ku tiştek ji serokê me were ewê dinya giş xira bibe û li her derê şer were destpê kirin. Niha, nîvê dinyayê ji serokatî re tiliyên serkeftin û azadiyê bilind dikin. Em naxwazin êdî xwîn biherike û agir bi dinyayê bikeve. Em dixwazin şerê ku heyî jî bisekine. Ji ber vê yekê em dixwazin gelên cîhanê bi aşitî jiyan bikin û li ti cihî şer çê nebe.”

‘Serok Apo em parastin û xilas kirin’

Xoxê bilêv kir ku di dema fermanê de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ewana hiskiriye û gerila bi hewara wan de şandiye û wiha berdewam kir: “Çawa ku dema ferman çê bu keç û dayikên me ketîn destê DAIŞ’ê hov de, wê demê ji serokatî gihişt heware me û got ‘Ez wana hîs dikim û êşa wan dikişinim.’ Em jî êşa serokê xwe û dîl girtina wî hîsdikin û dikişinin. Kes ji bilî wî li gelê Êzidî nebû xwedî. Çawa ku dayik û bav zarokên xwe ji xeteriya agir, avê û ji hemu xeteriyên jiyanê diparêzin, Serok Apo jî em parastin û xilas kirin. Ji ber vê yekê divê her Êzidiyek li erkê xwe xwedî derkeve û vê tecrîda li ser Rêber Apo qebûl neke û li her derê tevli kampanya azadiya rebêrê me ya ‘Ez li azadiya Rêberê xwe ax û azadiya xwe xwedî derdikevim’ bibin.”

Xoxê azadiya Rêbere PKK’ê Abdullah Ocalan wek azadiya xwe jinên Êzidî dest girt û wiha dom kir: “Hetanî Rêber Apo neyê rizgar kirin em jî xwe weke dîl girtî hesabdikin. Rêber APO azade. Ji ber ku fikir û felsefeya wî tê jiyan kirin, tenê di aliye fiziki de ne rizgar kiriye. Ev bu sal û nîveke me ti agahî ji rewşa Rêberê xwe ya tendurstî ji ne girt. Em jî weke jinên Êzidî tecrîda li ser Rêberê xwe ti carî qebûl nakin. Em wan kesên ku xwe bi navê erkdarên mafê mirovan binav dikin û heta niha bê dengin şermezar dikin. Serok Apo Rêberê hemû gelên bin deste. Ji bo wê yekê ez ji hemû gelên bin dest re dibêjim ku rabin ser xwe û vê tecrîda li ser xwe qebûl nekin. Ji ber ku ev neheqiya ku li ser Rêbertiya me tê meşandin. Tecrîd ne tenê li ser şexsê wi, li ser tevayî civakên bindest tê meşandin. Divê em bi vê zanabunê tevbigerin.”

Xoxê anî ziman ku ew heya agahiyekê negirin dê di nava çalakiyan debin û wiha got: “Emê heta dawî li ser piya bin û ji bo Rêbertî têkoşîn bikin . Serok nebe em jî nînin. Hebûna me ya jiyanê bi şîret û amujgariyên Serok Apo yên biwateye. Em cardin dibêjin azadiya Rêbertî azadiya me ye, bê serok jiyan nabe. Ez ji Çiyayê Şingalê hetanî Îmralî silavên jinên Êzidî ji Rêberê rêberan Rêber Apo re dişinim.”

(kom/zt)