Dê bersiva herî baş jin bidin DAIŞ'ê
09:12
Deniz Yeşilyurt/JINHA
MINBIC – Di çarçova hamleya hamleya Meclisa Leşkeriya Minbicê dayî despêkirin li hemberî çeteyên DAIŞ’ê şer giran berdewam dike. Koridora ku ji aliyê şervanên meclisê ve hati vekirin ku sivîlan derbazî cihên ewledikin. Jin û keçên ciwan ên digihin cihê ewle despêkê ew çerikên DAIŞ’ê bi zorê li wan kirîn ji ber xwe dikin û paşê jî dişewitînin.
Despêkê hişmendiya deshilatiya mêran a 5 hezar salan bi DAIŞ’ê xwe da der, her devera ku îşkalkirin despêkê jin hedef girtin. Yek ji van cihan jî Minbic a ku piranî gelê wê erebin. Dema ku DAIŞ’ê Minbic dagirkir, çerçevên reş li jinan kirin û hemû qadên jiyanê li wan teng kirin. Di 1’ê Hezîranê de ji aliyê Meclisa Leşkeriya Minbicê ve hamleyek hat despêkirin. Ji bo azadiya bajêr du meh derbazbu, di nava şervanên meclisê û çeteyan de şerê giran berdewam dike.
Li gel vê jî ji bo azadiya sivîlan şervanan korîdor vekirine. Di nava welatiyên tên rizgarkirin de şanaziya ser ruyê zarokan balê dikişîne. Jin jî despêkê çarikên reşên li ser xwe derdixin û paşê jî dişewitînin. Jinên ku çarikên reş davêjin, hêrsa wan bi wê naqede. Jin dema ku wan çarikan derdixin çend caran li erdê dixin. Hinek jî wan çarikan piştî çend car li erdê dixin dawiyê jî dişewitînin.
Jinan diyar kirin ku hişmendiya DAIŞ’ê ti eleqeya xwe bi misilmaniyê ve nîne. Welatiyên ku rizgar dibin bê sekin ji şervanan re duayan dikin û dixwazin axa wan zu azad bibe.
(zt)