Navenda bajarê Minbicê ji çeteyan hat rizgar kirin
11:16
JINHA
MINBIC – Bajarê Minbicê dervî çend deveran bi temamî bin kontrola şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de ye.
‘Operasyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla’ a rizgarkirina Minbicê di roja xwe ya 69. de bi pêşveçûnê dewam dike. Hetanî niha ji bilî çend tax û deveran ku dikevin bakûrê bajarê Minbicê, tevahiya bajêr ji komên çete yên DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin. Li Navenda Çandê, Nexweşxaneya El-Emel, Hotela Çargoşeya Ewlekariyê, Berîd, Bazara El-Muxeta, Taxa El-Serib, Taxa El-Cûra, Dibistana El-Zîraa û riya Cerablusê di navbera şervanan û komên çete de şerekî dijwar digere.
Çeteyên DAIŞ’ê ku li hemberî operasyona şervanên Minbicê nikarin xwe ragirin, welatiyên sivîl li gel xwe digrin û wan wekî mertal bikar tînin da ku hemleyê rizgarkirina şervanên Minbicê bidin sekinandin.
(kom/rc)