Yên di rêya Deniz Firat de dimeşin wê vedibêjin

11:54

Beritan Canozer/JINHA

AMED – Rojnameger Deniz Firat berî 3 salan di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ser Mexmurê de jiyana xwe jidest da. Deniz jiyana gelan bi lênûs û kamereya xwe vegotinê hilbijart, ew ji bo jinên kevneşopiya çapemeniya azad berdewam dikin bû rênîşander. Jinên li peyî Deniz pênûs û kamereya wê li erdê nehêlan, li hember hişmendiya deshilatiya mêran têkoşînê mezin dikin.

Rojnameger Deniz Firat di 8’ê Tebaxa sala 2014’an de dema ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ser Mexmûrê dişopande parçeyek şeranpolê hinda bedena wê hat û jiyana xwe jidest da. Hevalên yekem rojnamegera ku êrîşên ser Kampa Penaberên Mexmûrê ji cîhanê re ragihandîye pênûs û kamereya wê li erdê nehêlane. Jinên rojnameger ên ku girêdana Deniz a bi pîşeyê wê re ji bo xwe bingeh digirin, li hember hişmendiya dewletê ya li Bakurê Kurdistanê bûyî DAIŞ rastiyan ji cîhanê re radigihînin.

Ji Wan heya Maxmurê têkoşîna jinan
Edîtora JINHA yê Zehra Tunç a ku weke Deniz zarokatiya xwe li Kampa Mexmûrê derbaskirî jiyan û çîroka wê wiha vegot: “Dema ku Deniz li gel malbata xwe ji navçeya Çaldirana Wanê ket ser rêya koçberiyê hîna gelek biçukbû. Hina di zarokatiyê de hînî li hemberî zoriyan tekoşînkirinêbû. Wê li gel 3 xwişkên xwe ji bo azadiya jinan berê xwe dan wargehên azad. Deniz li wargehên xudawendan ji objektîfa jinê dest bi rojnamegeriyê kir û heya nefesa xwe ya dawiyê ji bo dengê jinan bide bihîstin têkoşiya. Herî dawî Deniz di Rojnama Rojev Mexmûr de hem edîtor û hem jî rêveber dixebitî, lê ji derxistina rojnamê heya belavkariyê her kar bi xwe dikir.”

'Wê ji sohbetên jinan hez dikir'

Zehra da zanîn ku Deniz heta li kolanên Mexmûrê belavkariya rojnamê jî bi xwe dikir û wiha domand: “Deniz mal bi mal digeriya, li nava taxan bi jinan re sohbet dikir. Dema ku ji bo dîtina wê ez çum cihê lê dima jî ez li bendê mam heya ji nava taxê vegeriya. Berî komkujiya Şengalê ya sala 2014’an çend rojan, dawiya tîrmehêbû, ji bo dîtina Deniz ez çum mala ku rojnamegerên jin lê diman, lê ne li malbû. Dema ku min Deniz pirsî hevala wê ya xebatê Dîlan got: ‘Çuye nava taxê wê gavekdinbê.’ Ez hinek li bendê sekinîm, hat me hev hembêz kir. Paşê jî ji bo pêşdebirina rojnama têde dixebitî û JINHA yê em axivîn. Bi nêrîna jinê nûçe çêkirinê hezdikir, ji xwe bi heman ramanê dest bi rojnamegeriyê kiribû. Dema ku min li gel wê xeber da, jê gelek hêz girt. Piştî sohbeta me çend rojan, dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Mexmûrê kir bi îsrar xwest di eniya şer de nûçegihaniyê bike. Di eniya berxwedanê de li hember êrîşên dijminê jinan û mirovahiyê çeteyên DAIŞ’ê jiyana xwe jidest da.”

'Bi kamereya xwe şer kir'

Nûçegihana Ozgur Gun TV Rabia Karayıl, jî diyar kir ku weke rojnamegerek jin Deniz Firat ji bo wê xwediyê wateyek gelek mezine û wiha berdewam kir: “Di serî de di eniya şer de weke nûçegihanek sekna wê hêjayî texdîrkirinêye. Serketina jinan li hember hişmendiya deshilatiya mêran weke minaka şînber nîşanda. Bi kameraya xwe li hember dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ’ê şer kir. Deniz bû nasnama jinan û cewhera civakê. Ji tevahiya cîhanê re êrîşên çeteyan bi kamereya xwe nîşan dida. Gelek tiştên li Mexmûrê hatin jiyîn bi saya kamereya wê hatin dîtin.”
'Emê têkoşîna Denizan mezin bikin'

Rabia bilêv kir ku her jina li gel dipeyîvin şopên hişmendiya deshilatiya mêran dibînin û wiha dom kir: “Weke jin îdiaya me ya van qirêjiyên hişmendiya deshilatiya mêran ser xwe rakirinê hene. Ji ber em dizanin rêya azadiya civakê di azadiya jinan re derbasdibe. Ji ber wê jî weke jinên rojnameger her dem armanca me ji ser jinan rakirina bandora deshilatiya mêran û mezinkirina têkoşîna Denizane.”

'Dema ku Deniz nûçeya êrîşan çêdikir jiyana xwe jidest da'

Nûçegihana DİHA yê ya Amedê Semra Turan jî diyar kir ku Deniz Firat ji bo ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ser Mexmûrê ji cîhanê re ragihîne li wê bûye û wiha got: “Di eniya pêş de tiştên hatin jiyandin kêlî bi kêlî qeyîdkir û ji tevahiya cîhanê re ragihand. Em dizanin DAIŞ herî zêde jinan hedef digirin. Weke jinek rojnameger Deniz ji êrîşên ser jinan û civakê qeyîdbike ked kir û jiyana xwe jidest da. Kevneşopiya me bi hev re ji Gurbeteliyan girtî emê bi hev re berdewam bikin.”

'Tayîbetî jinên rojnameger hedef digirin'
Semra bilêv kir ku di her qada jiyanê de ser jinan êrîş heye û wiha dimand: “Deniz di eniya pêş de hem berxwedana jinan hem jî êrîşên ser jinan ji tevahiya cîhanê re ragihand. Niha heman êrîş li Bakurê Kurdistanê jî berdewam dikin û tayîbetî jî ser rojnamegerên jin êrîş hene. Ji ber ku jinên rojnameger êrîşên ser jinan deşifre dikin, ji bo wê jî dibin tehdîda êrîşan denin. Jinên rojnameger li gel van hemû tindiyan jî êrîşên ser jinan û li hemberî wê berxwedana jinan dinivîsin û xêz dikin. Ev kevneşopiya jinên rojnamegerên kurdin.”

(zt)