18 eşîreyên Ereb azadiya Abdullah Ocalan xwestin

13:57

JINHA

TIL TEMIR- Komîteya Pêwendiyên Dîplomatîk a Kongreya Star, Komîteya Têkîliyên TEV-DEM'ê û Partiya Selam bi 18 eşîreyên Ereb re li ser bingeha kampanya îmzeyan a 'Pêngava Şikandina Tecrîda Îmraliyê' civiyan.

Di çerçoveyê kampanya berhevkirina îmzeyan a ku li Rojavayê Kurdistanê bi armanca azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi pêşengiya Komîteya Pêwendiyên Dîplomatîk a Kongreya Star û Rêxistinên Jinan hatî destpêkirin didome. Kampanya îmzeyan rastî eleqeyek mezin tê. Di vê çarçoveyê de komîteyeke hevbeş ku endamên Komîteya Pêwendiyên Dîplomatîk a Kongra Star Ebla Dawê û Elya Oglo, hevseroka têkiliyên TEV-DEM Ayhan mûrad, rêveberiya Partiya Selam a Kantona Cizîrê Fida Îsmayîl di nav de, civîneke berfireh ji bo 18 eşîreyên Ereb çêkirin. Di civînê de hevseroka Meclîsa Gel a bajarê Til Temir Atûr îshaq, hevserokên Saziya Malbatên Şehîdan Gulîstan Îbrahîm beşdar bûn û axaftin kirin.

Di civînê de Eblayê got, "Em îro bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo bi hev re li vir in û civîna xwe pêk tînên. Ji bo azadiya Ocalan, divê ku herkes piştgiriyê bide." Piştre belgeyek ji daxwaznameya dawîkirina tecrîda li Îmraliyê û azadiya Abdullah Ocalan ji aliyê endama Komîteya Pêwendiyên Dîplomatîk a Kongreya Star Hediye Hesen ve hate xwendin.

Hevseroka komîteya Têkiliyên TEV-DEM'ê Eyhan Mûrad axivî û got, "Ji bo azadiya Rêber Apo me jinên Rojava dest bi hemleya komkirina îmzeyan ji rêxistin, sazî, dezgeh û derdorên cuda kiriye. Wek tê zanîn em niha di nav şoreşê de ne û ev şoreş bandor li rewşa Rêber Apo jî dike. Rêber Apo di girtîgehê de ye, salek û nîve ku tu agahî ji wî nayê girtin û tecrîdeke dij-mirovahiyê tê pêk anîn. Tu car evqas tecrîdeke şidandî û bêxeberî ji Rêber Apo ne hatibû pêk anîn. Niha destûra serdana malbat, parêzeran nayê dayîn. Demên borî hin girtî li cem Rêber Apo hebûn, lê niha ew jî ji wir derxistine."

Eyhanê diyar kir ku ew wekî jinên Rojavayê kurdistanê ji bo azadiya Abdullah Ocalan ketine nav liv û tevgerê û dest bi hemleyê kirine û wiha domand, "Em îro jî hatin bajarê biratiya gelan, bajarê Til Temir ku hemû pêkhate cihê xwe tê de digrin."

Di dawa civînê de seroka eşîre û rûsipiyên wan piştgiriya xwe ji bo kampanyayê nîşan dan.

(sş/rh/rc)