Ji bo Aslan ê ku li Minbicê jiyana xwe ji dest dayî konê sersaxiyê

16:30

JINHA

ENQERE - Endamê YPG'ê Aslan Karaman (Brusk Colemêrg) ê di Operasyona Şehîd Faysal Ebû Leyla ya Minbicê de jiyana xwe ji dest da, konê sersaxiyê hat danîn.

Endamê YPG'ê Aslan Karaman (Brusk Colemêrg) yê di hemleya "Azadiya Minbicê" ya ji hêla Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve di bin navê Operasyona Şehîd Faysal Ebû Leyla ya Minbicê de dihat meşandin de, di 2'ê Tabaxê de jiyana xwe ji dest dabû. Ji bo Aslan Karaman li taxa Turkoz ya Enqereyê konê sersaxiyê hat danîn. Konê sersaxiyê ji hêla Wekîlê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder û Welîkê HDP'ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar, dayikên aştiyê û gelek kesan ve hat ziyaretkirin. Di mala sersaxiyê de alên PKK û YPG, wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Aslan Karaman hatin daliqandin.

(he/rc)