Rengîn Xalya Nimed: Em ê li Minbicê hêza jinan rêxistin bikin
17:01
Denîz Yeşîlyurt/JINHA
MINBIC - Fermandara Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Rengîn Xalya Nîmed diyar kir ku çewan li Şengalê YJŞ û li Kobanê YPJ'ê hêza jinan hatî bi rêxistin kirin ew ê jî li Minbicê vê hêzê avabikin û wiha got, "Em jî dixwazin li Minbicê rêxistinbûna jinan mîna yê Şengal û Kobanê avabikin. Bi rêxistinkirina jinan re em ê tolê tevahî jinên hatî qetilkirin rakin."
Îro Fermandariya Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û şervanan têkîldarê operasyonên rizgarkirinê daxuyaniyek dabûn û di daxuyaniyê de hat gotin ku ew ê heya sivîlek destê çeteyan de be ew ê operasyonên xwe berdewam bikin. Fermandara Meclîsa Leşkerî Rengîn Xalya Nimed ya ku di operasyona rizgarkirina Minbicê de cih girtiye diyar kir ku ew di serî de heya niha ked û berdêlên mezin dane. Rengînê da zanîn ku di operasyonê de bi taybet helwestê jinan ew gelek kêfxweş kirine û banga bilindkirina têkoşînê li her kesî kir.
'Armanca me azadkirina Minbicê ye'
Rengînê got, "Di serî de hêjmarek kêm ji şervanên YPJ'ê ligel me cih girtin. Şervanên YPJ'ê tecrûbeyek mezin dan me. Em jî tevlî wan bûn. Du heyv û 6 rojin hemleyê azadkirina Minbicê berdewam dike. Şervanên Meclîsê Leşkerî bi fedekariyek mezin tevlî hemlê bûn. Em wek jinên ku tevlî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bûne jî, ji roja yekê ve hewla me azadkirina Minbicê ye."
'Em ê tolê jinên hatî qetilkirin hildin'
Rengînê anî ziman ku bi tecrûbeyên xwe ên leşkerî wan hewirdora bajêr girtine bin kontrola xwe û wiha pêde çû, "Ev tê wateyê ku bi vê tecrûbeyê leşkerî re çewan li Şengalê YJŞ û li Kobanê YPJ'ê hat avakirin em dikarin li Minbicê jî jinan bi rêxistin bikin. Eger tevlîbûn û dexwazê jinan hebe, wê rêxistinbûna herî mezin pêk were. Di hemleyê rizgarkirina Minbicê de 55 şervanên jin tevlîbûn. Her çiqas pêvajoyek giran û bi tevgerbû jî YPJ'ê hewlda perwerdeyê jinan bi cih bîne. Jinên ku nû tevlî dibin dixwazin di warê leşkerî de jî xwe bi rêxistin bikin. Bi rêxistinkirina jinan û perwerdekirina wan re em ê tolê jinên ku hatî qetilkirin hildin. Ji bo jinên ku bi salane di bin zilmê de bê nefes hatine hêjin, em dixwazin deriyek vekin."
'Bi tevlîbûnê re axên xwe biparêzin'
Rengînê destnîşan kir ku jin bi avêtina cilên reş jiyanek bi rengîn dexwaz dikin û wiha direjî da gotina xwe, "Em jî di nava Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de dixwazin rengê xwe avabikin. Em niha bang li jinên ku bi kêfxweşî û coş me pêşwazî dikirin dikin. Divê ew jî tevlîbûnek xurt bikin. Jinên ku ji zilmê çeteyan rizgarbûne gotibûn ew bi çar çavan li benda mene. Ev yek hêvî da me. Ji bo tevahî ciwanên Kurdistanê banga me eve; ji bo parastina Minbicê divê ciwan tevlî bibin û parastina axê xwe bikin.
(rc)