Dayikên Aştiyê çûn serdana Nisêbînê
17:46
JINHA
MÊRDÎN - Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Mêrdînê ji bo piştgriyê hatin Nisêbînê û bo piştgiriya bi gelê Nisêbînê re bang kirin.
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mêrdînê ji bo piştgirî bidin gelê Nisêbînê hatin bajêr. Dayikên ku di bin astengiya hêzên dewletê de hatin navçeyê pêşî bi hevşaredarên Nisêbînê re hatin cem hev. Piştî ku dayîk bi hevşaredaran hatin cem hev li ber avahiya şaredariyê daxuyaniyek dan. Li ser navê dayîkan Zelîha Gunay axivî û wiha got: "Ji aliyê hêzên dewletê ve li Nisêbînê talanek mezin pêk hatiye. Niha jî ev talan li taxên bi têlan hatine dorpêçkirin berdewam dike. Bila ev telên ku dora taxan hatiye dorpêçkirin bi lez û bez bê rakirin. Bila her kes alîkarî bide Nisêbîn."
Dayik Zelîha ji bo cenazeyên ku li taxan mane jî ev tiştan anî ziman: "Çi dibe bila bibe ev gel wê cenazeyên xwe ji taxan derbixin. "
Piştî daxuyaniyê dayîk ji bo ku bi gelê Nisêbînê re werin cem hev berê xwe dan taxên navçeyê.
(kom/rc)