Rojnameger Deniz Firat li ser gora xwe hat bîranîn

18:41

JINHA

WAN - Rojnameger Deniz Firat a ku li Maxmurê dema nûçe dişopand jiyana xwe jidestdayî ji aliyê xebatkarên çapemeniya azad ve li ser gora xwe hat bîranîn.

Rojnameger Deniz Firat a ku li Maxmurê dema nûçe dişopand jiyana xwe jidestdayî li gundê Xecê Xatun ê ku lê çavê xwe li jiyanê vekirî ji aliyê xebatkarên çapemeniya azad ve li ser gora xwe hat bîranîn. Xebatkarên çapemeniya azad û malbata Deniz Firat di bîranînê de amadebûn. Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe jidestdane xebatkarên çapemeniyê qurnefîl danîn ser gora Deniz Firat.

Li ser goristanê editora kurdi ya JINHA yê Zehra Tunç axaftinek kin kir. Zehra da zanîn ku Deniz li gel 3 xwişkên xwe li hember tindiyan berê xwe dan wargehên têkoşînê û got: “Despêkê Binevşa mezin di nava refên têkoşînê de cîh girt, li peyî wê Sarya ya biçu, Deniz û Binevşa biçuk jî ketin rê. Sarya di 8’ê Tebaxa sala 1999’an de li herêma Metîna jiyana xwe jidest da. Deniz Firat jî di 8’ê Tebaxa sala 2014’an de dema ku li eniya Mexmûrê berxwedana li hember êrîşên çeteyên DAIŞ’ê dişopand jiyana xwe jidest da. Deniz weke jinek rojnameger a berxwedêr li Mexmûrê nûçegihanî dikir. Zilma dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ’ê digihand tevahiya cîhanê. Ji bo ku Deniz rastiyên jiyan dikir bigihîne her derê heya nefesa xwe ya dawî têkoşîn kir.”


Zehra bilêv kir ku li bakurê Kurdistanê jî rojnamegerên jin şopa Deniz Firat berdewam dikin û wiha domand: “Edîtora JINHA yê Zehra Dogan û nûçegihana DİHA yê Meltem Oktay dema ku berxwedana jinên Nisêbînê digihandin hemû cîhanê hatin girtin û di girtîgehê denin. Zehra bi pênûsa xwe xêz dikir, Meltem jî bi wênekêşa xwe berxwedana jinan didan raya giştî. Şermîn Soydan jî dema ku li Geverê berxwedana jinan dida derve hat girtin. Niha jî ji bo çavê rojnamegerên jin bitirsînin cezayê muebetê dan Şermînê. Lê weke berdewamiya karê hevalên xwe yên rojnameger heya dawiyê em ê dengê jinên kurd ên ku pêşengiyê ji jinên cîhanê re dikin bidin bihîstin.”

(zt)