Li Amedê çalakiya nobetê belav dibe

08:37

JINHA

AMED - Çalakiya nobetê ku ji bo tecrîta li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bikin, hat destpêkirin di roja 15. de bi tevlîbûnan berdewam dike.

Çalakiya nobetê ku ji aliyê rêxistinên KJA, DBP û HDP'ê ve ji bo tecrîta li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate destpêkirin, di roja 15'mîn de berdewam dike. Nobeta ku li Parka Koşuyolê destpêkir û li parkên Sumer, Şeyh Şamîl û Rojavayê bi tevlîbûnan belav bû. Li Sumerparkê li cihê nobetê alên DBP û HDP'ê û pankarta li ser "Gelê kurd li hemberî darbe û tecrîdê li ber xwe dide" nîvisî hat dalîqandin. Di nobetê de çalakvanan bê navber dirûşmeyên wek "Bijî Serok Apo" , "Bê serok jiyan nabe" û "Bican bi xwîn em bi te re ne ey serok" berz kirin.

Welatiyên ku nobetê digirtin li ber stranên şoreşgerî dilan gerandin. Çalakî heya derengiya şevê berdewam kir.

(ho/rc)