ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00


* Jinên bajarê Til Temir têkîldarê zewacên temen biçûk ku dibe sedemê aloziyên civakî û jin mezin bibe nirxandin û wiha gotin, "Hin jin hene ku bi zorê têne zewicandin. Di vir de tu tewanê wê tune ye. Malbat berpirs in. Hin jin jî hene bêzanebûn dizewicin. Yanî nizanin zewac çiye, di jiyana malbatî de çi tê xwestin. Di encam de hîna zarok e. Ev jî bandora herî giran li ser tendûrustiya û derûniya wê dike.

*Ji bo rojnameger Şermîn ku ji ber nûçeya sernavê ‘Ji bo Geverê belgeya operasyona veşarî’ hat binçavkirin û hat girtin, cezayê muebetê hat xwestin. Rojnamegerên jin ji bo Şermînê bang kirin. Hevpîşeyên wê gotin ‘Ew belge wê her rojnamegerî biweşanda’ û balkişadin ser serkeftina pîşeya Şermînê.

*Jinên Kobanê li şûna mayînan dar û kulîlk çandin. Parka Şehîd Fatma ku wek projeyeke Kongra Star hate vekirin, bûya cihê şînhatina hêvî û dilgeşiyê. Herî zêde jî zarok bi vê parkê kêfxweşin.

*Jinan ji bo kampanyaya KJA’yê ya wekê ‘Ez xwedî li serokatî, xak û azadiya xwe derdikevim’ û gotin: “Em azadiya xwe deyndarê serokatiya xwe ne. Em niha ji bo azadiya serokatiya xwe bi pêşengiya jinan têkoşîna xwe bilind bikin.”

* Henîfe Çawiş a ji gundê Şêxwaziyê piştî kedên meha niha li bazarê Bilbilê tiriyên xwe ên bi tam difroşe û li hember dorpêçê serî hildide. Henîfeyê got, "Jinên Kurd li dijî her cûre êrîşan sekinînin. Niha jî li ser me dorpêç û êrîş dewam dikin. Li hember dorpêç û êrîş em ê bêçare nemîn in. Jin niha tovên jiyanê diçînin."

*Rojnamegerên jin yên Rojava bertek nîşanê girtina edîtora me Zehra Doganê dan û balkişandin ser zextên li ser rojnamegeran. Rojnamegerên jin bang li hemû rojnamegerên jin yên cîhanê kirin û gotin: “Bila li dijî vê rewşê bêdeng nemînin. Çi ji destê me bê jî em dikin. Zextên li dijî JINHA’yê li dijî me hemûyane.”

* Li taxa Bîçerê jin li ser kaniya Mîran kom dibin û bi awayek kolektif hemû karê xwe çareser dikin. Ji jinên ser kaniyê Sakîne Yalçîn diyar kir ku ew tevahiya rojê li ser kaniyê hemû karê xwe dikin.

* Malbata Mehmet Agirman ê ku ji Îzmîrê tevlî berxwedana Nisêbînê bûyî 3'ê heyvin nikarin cenazeyê kurê xwe bigrin. Dapîra Mehmet Latifê Akyuz got, “Mehmet ji xwe bawer bû ku biserbikeve û bi serket jî. Mehmet ji bo gelê xwe şehîd ket, tenê em cenaze wî dixwazin.”