Jinên Til Temir bertek nîşanî zewacên temen biçûk dan
09:01
Ronîda Hacî/JINHA
TIL TEMIR - Jinên bajarê Til Temir têkîldarê zewacên temen biçûk ku dibe sedemê aloziyên civakî û jin mezin bibe nirxandin û wiha gotin, "Hin jin hene ku bi zorê têne zewicandin. Di vir de tu tewanê wê tune ye. Malbat berpirs in. Hin jin jî hene bêzanebûn dizewicin. Yanî nizanin zewac çiye, di jiyana malbatî de çi tê xwestin. Di encam de hîna zarok e. Ev jî bandora herî giran li ser tendûrustiya û derûniya wê dike.
Zîhniyeta desthilatdariyê ji bo perçiqandina jinê her rêbaz bikar tîne. Bi taybet rewakirina zewacê temenê biçûk dihêle ku jin nebin xwedî vîn û zanistiyê wan yê jiyanê tang bimîne. Wek encama vê diyardeyê piraniya jinên ku di temenên piçûk de dizewicin di aliyê derûnî û biyolojîk de darbeyên giran dixwen. Di kêleka vê pir mafên xwe yên wek xwendin, diyarkirina pêşeroja xwe, danûstendin bi heval û nasên xwe jî tên asteng kirin. Ev diyardeya ku li pêşiya pêşketina xwezayî û asayî ya jinê dibe asteng ziyanek mezin li tendûrustiya wê jî dike. Tê zanîn pir jin ji ber bedena wê hîna ji bo zewacê ne amade ye, di rewşeke wiha de jiyana xwe ji dest dane. Hin jin jî bê ku bikevin ferqa metirsiya zewaca di temenê piçûk qebûl dikin. Lê paşê ku bi giraniya wê re rûbirû dibin, di aliyê derûnî lewaz dibin û di encamê de ji ber hêz nayînin xwe dikujin.
'Divê jin xwe perwerde bikin'
Ji bo jinên li Rojavayê Kurdistanê bikevin ferq û zanebûna vê rastiyê, li pir komîn û civînan de xebatên perwerde têne dayîn. Rêxistin û dezgehên jinan jî li rêyên ku pêşiya vê diyardeyê bigrin digerin. Têkîldarê mijarê endama Mala Jinê Şemsa Remezan nêrîna xwe anî ziman. Şemsayê anî ziman ku zewacên di temenê biçûk de şaşiyek mezine û wiha got, "Ji ber jin hîna negihîştiye wê temenê ku berpirsyariya zewacê rake. Lewre gelek jin ku bi temenê piçûk dizewicin piştî çend rojan dixwazin cihê bibin. Gerek jin xwe zane bike û nekeve vê şaştiyê. Daxwaza min ewe ku tu jin nekeve vê şaştiyê. Di serî de jî divê dayîk vê yekê ji zaroka xwe re qebûl neke. Divê jin xwe perwerde bikin û li ser rêya rast bimeşin."
Zehra Hezaqa ku ji pêkhateyê Erebe diyar kir ku diyardeya zewaca temenê piçûk herî zêde di nav civaka Ereb de tê dîtin û wiha domand, "Hin jin hene ku bi zorê têne zewicandin. Di vir de tu tewanê wê tune ye. Malbat berpirs in. Hin jin jî hene bêzanebûn dizewicin. Yanî nizanin zewac çiye, di jiyana malbatî de çi tê xwestin. Di encam de hîna zarok e. Ev jî bandora herî giran li ser tendûrustiya û derûniya wê dike. Bi taybet dema piçekê mezin dibe bêtir dibîne ku şaşitî kiriye. Pê dihese ku ciwanî û pêşeroja xwe wenda kiriye. Sedema sereke jî bêzanebûn û malbat e. Lazim e tu malbat vê yeke nekin."
Zehrayê ji jinên ku malbatên wan dixwazin wan bi temenê piçûk bizewicînin re jî bang kir ku di rewşeke wiha de berê xwe bidin Mala Jinê û dê li wir werin parastin.
(en/rc)