Rojnamegerên jin: Em xwedî li Şermînê û pîşeya xwe derkevin
09:02
JINHA
AMED – Ji bo rojnameger Şermîn ku ji ber nûçeya sernavê ‘Ji bo Geverê belgeya operasyona veşarî’ hat binçavkirin û hat girtin, cezayê muebetê hat xwestin. Rojnamegerên jin ji bo Şermînê bang kirin. Hevpîşeyên wê gotin ‘Ew belge wê her rojnamegerî biweşanda’ û balkişadin ser serkeftina pîşeya Şermînê.
Nûçegîhana DÎHA’yê Şermîn Soydanê operasyona ku dewletê bi mehan Geverê dabû destpêkirin bi sernavê ‘Ji bo Geverê belgeya operasyona veşarî’ kir nûçe û di 14’ê Gulanê de hat girtin. Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê têkildarî Şermînê de îdianame amade kir û ji aliyê 2’emîn dadgeha Cezaya Giran ve hat qebûlkirin. Di îdinameya wek skandal de têkildarî Şermînê de bi îdiaya ‘şer û derfetên dewletê dike xetereyê’ muebet û bi îdiaya ‘endamatiya rêxistinê’ jî di navbera 3 û 8 salan , bi îdiaya ‘ji rêxistinê re alîkarî daye’ jî di navbera 5 û 10 salan de cezayê girtîgehê tê xwestin.
Di îdianameyê de nûçeyên ku çêkiriye, axaftinên bi hevalên wê yên xebatê re û şefê nûçeyan re cih digire. Rojnamegerên jin jî diyar kirin ku Şermînê serkeftineke pîşeyî nîşan daye û banga piştevaniyê kir.
'Divê xelat bigirta lê tê cezakirin’
Nûçegîhana DÎHA’yê Berîtan Îrlanê diyar kir ku mafê herî xwezayî yê rojnamegerekî çêkirina nûçeyane û got: “Emê wek hevpîşeya xwe Şermînê derxistina holê ya heqîqetan berdewam bikin. Ji bo nûçeya hatiye çêkirin li şûna ku xelat bê dayîn bi muebetê didarizînin. Her rojnamegerê şûna Şermînê de wê ev belge bikira nûçe. Em komkujiyên liser Kurdan pêk tên dikin derdixin holê. Li Tirkiyeyê wek her tiştî di rojnamegeriyê de jî tiştên balkêş tên jiyîn. Rojnamegerek komkujiya tê jiyîn tşeîr dike lê cezayê vê muebete.”
Berîtanê diyar kir ku berê jî li Kurdistanê li gelek herêman çek didan serê rojnamegeran, dihatin derbkirin û tehdîd kirin û wiha berdewam kir: “Her kesê ji van nerehet dibin ceza dibin, wek terorîst îlan dikin. Em rojnameger peywira xwe tînin cih û zext û zilma li ser gelê Kurd radighînin û wê berdewam jî bikin.”
‘Zextên li ser çapemeniya Kurd bi dawî nabin’
Nûçegîhana Van TV’yê Hulya Emeçê jî got nûçeya Şermînê di esasê de serkeftina rojnamegeriyê ye û got: “Nûçeya ku Şermînê çêkiriye rastiya niha li Geverê tê jiyîn derdixe holê. Ew belge jî konsepteke şer nîşan dida. Divê rojnamegerên jin xwedî li Şermînê derkevin û ew belge biketa destê min, min jî dikir nûçe.Divê di serî de rojnamegerên jin û hemû rojnameger xwedî li Şermînê derkevin.”
(mm/hu)