Jinan şûna mayînan dar û kulîlk çandin

09:04

Rabîa Êto/JINHA

KOBANÊ - Jinên Kobanê li şûna mayînan dar û kulîlk çandin. Parka Şehîd Fatma ku wek projeyeke Kongra Star hate vekirin, bûya cihê şînhatina hêvî û dilgeşiyê. Herî zêde jî zarok bi vê parkê kêfxweşin.

Di êrîşê û komkujiyên ku çeteyên DAIŞ'ê li Kantona Kobanê pêk anîne de gelek bûyerên trajedî hatin jiyan kirin. Bi taybet di komkujiya Kobanê de bi dehan mirovên sivîl hatin qetilkirin ku di navde zarok, dayîk û jin û ciwan heyî. Komkujiya çeteyan di dilê mirovan de birînek giran vekiriye. Gelê Kobanê ji bo ku wan kêliyên tejî êş bidin derbaskirin, bajarê xwe ji nû ve înşa dikin û hewl didin li şûna şopên mayîn, gule û hawanan, kulîlk, dar û şadî biçînin. Yek ji van cihan Parka Şehîd Fatma ya ku di 25'ê Hezîranê de ji aliyê çeteyan ve hatî hedef girtine û qetilkirine.

'Em nahêlin zarokên me bi dîmenên hovane mezin bibin'

Parka Şehîd Fatma Simo ji bo gel bûye cihê bêhnvedan û ji bo zarokan bûye cihê lîstok û şadiyê. Berpirsa Parkê Medya Elî diyar kir ku ew dixwazin şopên wan dîmenên hovane di hizrê zarokan de paqij bikin û got "Em nahêlin zarokên me bi dîmenên hovane mezin bibin."

'Gelek hevalên me di komkujiyê de şehîd bûn'

Emîhan Xelefa biçûk hestên xwe wiha bilêv kir, "Ev parka ku bi navê Şehîd Fatma vebûye, ji me re bûye cihê kêfxweşiyê. Em tên vir û ji xwe re dileyîzin. Di komkujiyê de pir hevalên me şehîd bûn, lê em tucar xwe xemgîn nakin û em ê bi şadiya xwe bersiv ji kujerên wan re bidin." Emîhan ji malbatên ku koçber bûne jî xwest ku vegerin ser axa xwe û diyar kir ku ew dixwaze hemû zarokên Kobanê vegerin û ew wek berê bi hev re bileyîzin."

'Em dixwazin dengê bombeyan ji bîr bikin'

Zarokê bi navê Diyar Ebdullah jî got "Ez pir kêfxweşim ku ev park vebûye. Me demekê di bin dengê bombe û guleyan de jiyan dikir, niha jî em dixwazin dengê bombeyan ji berî bikin."

Nucan Elî jî wiha hestên xwe vegot: "Em bi saya xwîna şehîdan li vir in û ji xwe re dileyîzin. Niha em li bajarê xwe, li ser axa xwe bextewerim. Dema em koçber bûn li bajarên Tirkiyê zarokan ji me re digot ji vir herin axa xwe. Rojên pir nexweş bûn. Ez hêvî dikim tevahiya hevalên min yên koçber bûne vegerin Kobanê."

Zarokên Kobanê ku ji ber bitlaneya dibistanê, berê xwe didin parkê anîn ziman ku ew li vê parkê bûyerên bi êş ên berê dixwazin ji bîr bikin. Zarokan spasiya Kongreya Star jî kirin ku ji wan re parkeke wiha xweş vekiriye.

(en/rc)