KJA: Em ji bo azadiya serokatiya xwe têkoşîna xwe bilind bikin
09:06
JINHA
WAN – Jinan ji bo kampanyaya KJA’yê ya wekê ‘Ez xwedî li serokatî, xak û azadiya xwe derdikevim’ û gotin: “Em azadiya xwe deyndarê serokatiya xwe ne. Em niha ji bo azadiya serokatiya xwe bi pêşengiya jinan têkoşîna xwe bilind bikin.”
Jinan ji bo kampanyaya KJA’yê ya ‘Ez xwedî li serokatî, xak û azadiya xwe derdikevim’ banga piştgiriyê kirin. Rêveberiya HDP’a Wanê Umran Kurt balkişand ser kampanyaya ku 6 mehan wê bi çalakî û bernameyan berdewam bike û got Rêberê PKK’ê Abdullah ocalan ji bo têkoşîna azadiya jinê kedek mezin daye û got: “Divê em jî ji bo serokatiya xwe ya ku evqas ji bo me ked daye têbikoşin. Ger îro em bi awayekî rehet xwe di bin sîwaneyek partiyek siyasî de îfade dikin, sedema vê jî têkoşîna serokatiya me ye.
‘Bila tecrîda li ser serokatiya me bê rakirin’
Umranê got sedema destpêkirina vê kampanyayê, piştî darbeyê ti agahî ji Abdullah Ocalan nehatiye girtin û got: “Piştî 15’ê Tebaxê fikarên me zêde bûn. Berê jî tecrîd hebû lê bi hewldana darbeyê re ti agahî nehat girtin. Ji wî agahî neyê girtin, gelê Kurd wê dakeve qadan. Divê rayedarên hikûmetê daxuyaniyekê bidin.”
Hevseroka DBP’a Îpekyolê Rojbîn Bor jî got di çarçoveya kampanyayê de li taxan xebat dane destpêkirin û bi gel re tên cem hev û wiha got: “Em li ser daxwaza gel xebatan dimeşînin. Sedemeke din ya kampanyayê; projeyên talankirinê yên dewletê yên li Kurdistanê dane destpêkirinê ne. Ji bo ev xak dîsa bên ser hemtê xwe divê di serî de jin û hemû kes xwedî li vê kampanyayê derkevin. Li Cizîr, Sîlopî, Nisêbîn, Sûr û Geverê kampanyayên me yên piştgiriyê didomin.”
'Em deyndarê srokatiya xwe ne’
Hevseroka HDP’a Wanê Gulîstan Orhan jî ew wek HDP’a navendê li Wan û navçeyên wê bi pêşengiya jinan xebatan dimeşînin û got wê ev çalakî û bername bi pêşengiya KJA’yê bilindtir be. Gulîstanê got: “Ji ber şerê hikûmeta AKP’ê li Kurdistanê da meşandin gelek jin û zarok hatin qetilkirin. Em jib o xwedî li têkoşîna jinan derkevin û di pêvajoya avakirinê de aktîf rol bilîzin, kampanyayek wisa me amade kir. Bi taybet ji bom e jinên Kurdistanê serokatiya me xeta sor e. Em jin deyndarên serokatiya xwe ne. Divê em ji bo azadiya wî têbikoşin.”
(htk-ba/hu)