Ji bo Zehra Dogan li hemû rojnamegerên cîhanê bang:Bêdeng nemînin
09:10
Gulan Botan/JINHA
QAMİŞLO –Rojnamegerên jin yên Rojava bertek nîşanê girtina edîtora me Zehra Doganê dan û balkişandin ser zextên li ser rojnamegeran. Rojnamegerên jin bang li hemû rojnamegerên jin yên cîhanê kirin û gotin: “Bila li dijî vê rewşê bêdeng nemînin. Çi ji destê me bê jî em dikin. Zextên li dijî JINHA’yê li dijî me hemûyane.”
Edîtora ajansa me Zehra Dogan ku 5 mehan li Nisêbînê nûçe şopand di 21’ê Tîrmehê de li cafeyeke Mêrdînê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Zehra bi îdiaya endamtiya rêxistinê hat girtin. Hinceta girtina Zehrayê jî îfadeyên şextan û xêzên wê bûn. Wêneyên ku hatibûn xêz kirin sûc hatin dîtin. Rojnamegerên jin yên Rojava ji ajansa me re axivîn û bertek nîşanê girtina Zehrayê dan.
'Zehrayê hem dinivîsî û hem jî xêz dikir’
Xebatkara ANHA’yê Heyfa Musa diyar kir ku li Tirkiyeyê girtina rojnamegeran tê wateya ku hikûmetê îflas kiriye û got Zehrayê li Nisêbînê tiştên ku dît hem nivîsî û hem jî xêz kir. Heyfayê wiha got: “Ji ber tiştên hikûmeta AKP’ê teşîr kir hat girtin. AKP dibêje kî rastiya ragihîne wê bibe hedef amin. Em zextên li ser xebatkarên çapemeniyê şermezar dikin. ev rewş wisa berdewam nake. Divê cîhan li dijî vê deng derxîne. Divê mudaxaleyê bike. Divê Zehra jî demildest bê berdan.”
'Tevî her tiştî rastiyan dinivîsin’
Rojnameger Heyna Zebî jî got li Bakurê Kurdistanê têkoşînek dîrokî tê dayîn û got dewlet ji bo vê berxwedan û têkoşînê bişikîne polîtîkayên zextê pêk tîne û got: “Mînaka herî nêzî li pişt serê me li Nisêbînê tê jiyîn. Di 15’ê Tebaxê de hewldana darbeyê çêbû. Em dibînin ku Tirkiye ketiye kaosê. Ji ber rastiyan tînin ziman li ser xebatkarên çapemeniyê zext hene. Ji van yek jî Zehra Dogane. Bi taybet dixwazin li ser jinan tirs û zextê pêk bînin. Rojnameger li Başûr tevî hemû zor û zextan dinivîsinin.”
'Zextên liser JINHA'yê li ser me hemûyane’
Xebatkara ANHA’yê Mediya Henen jî got AKP ji bo rastiyan veşêre destpêkê zextê li ser çapemeniyê dike û got ji ber rastiyan derdixin holê gelek rojnameger binçav kirin û girtin. Mediyayê got Zehrayê bi nûçe û xêzên xwe hişek ava kiriye û girtina wê şermezar kir. Mediyayê bang li hemû rojnamegerên cîhan kir ku bila bê deng nemînin û got: “Çi ji destê me bê emê bikin. Zextên li ser JINHA’yê li ser me hemûyane.”
(şa/hu)