Ji bo Geverê banga alîkariyê
09:12
JINHA
COLEMÊRG - Li navçeya Gevera Colemêrgê xebatkarên dildar xebatên xwe bi hêzek mezin berdewam dikin. Xebatkara dildar Adîle Kutlar bang li hemû ciwanan kir û got: "Bila ciwan destê xwe bikin bin kevir de ji bo zarokên Geverê."
Li Gevera ku berxwedan berdewamiya dike, di avakirin û piştevaniyê de xebatên dildaran berdewam dike. Piştî qedexe hatî rakirin di bajer û navçeyên cuda da xebatkarên dildar bi hêzek mezin xebatên xwe ji bo Geverê berdewam dikin. Momosteya Şaxa KURDİ-DER'a Geverê Adîle Kutlar jî dû mehe li Geverê weke xebatkara dildare xebatên xwe berdewam dike. Adîle diyar kir ku xebatên wan yên cejna qurbanê dest pê kiriye. Adîle bang li ciwanan kir ji bo cejnê alîkar bidin zarokên Geverê ji bo ku cejna qurbanê bikeyfxweşî derbas bikin.
'Me dest bi xebatên cejan kurbanê kiriye'
Li ser xebatên ku ji bo welatiyên Geverê tê kirin, xebatkara dildar Adîle wiha axivî: "Ji dema qedexe hat rakirin heya niha xebatên me xebatên xwe bê navber bi hêz berdewam dikin. Em ji bo zarok û malbatan tiştên ku hewce amade dikin û ji wan re dişînin. Me cejna xwe ya remezanê li gel xebatkarên dildar derbas kirin. Niha jî nêzî 40 roj ji bo cejna qurbanê heye, me ji niha de dest bi xebatên xwe kirin. Em niha malbatên ku hewcedar navên wan qeyd dikin û ji bo wan hemû tiştên destê me de amade dikin. Em sê xebatkarên dildar depoyê de xebatên xwe berdewam dikin, lê belê hewceye ku em xebatên xwe hêz bikin ji bo zarokên Geverê."
Adîle dawiyê jî bang li ciwanên her aliyê Kurdistan û Tirkiyê kir û wiha got: "Bila ciwanên me destê xwe bikin bin kevirde, ji bo zarok û malbatên Geverê xebatên xwe yên cejna qurbanê bi hêz bikin. Ji bo em dilê dayik û zarokan di cejnê de xweş bikin."
(kom/zt)