Malbat: 3 heyve cenazê Mehmet tê rawestandin
09:18
JINHA
MÊRDÎN – Malbata Mehmet Agirman ê ku ji Îzmîrê tevlî berxwedana Nisêbînê bûyî 3'ê heyvin nikarin cenazeyê kurê xwe bigrin. Dapîra Mehmet Latifê Akyuz got, “Mehmet ji xwe bawer bû ku biserbikeve û bi serket jî. Mehmet ji bo gelê xwe şehîd ket, tenê em cenaze wî dixwazin.”
Cenazê Mehmet Agirmanê (Botan Soro) ku li navçeya Nisêbîna Mêrdînê li herêma rêvebêriya cewherî de li hember êrîşên qirkirinê dewletê jiyana xwe ji destdayî hîn jî radestî malbatê wî ne hatî kirin. Mehmet yê ku 17 salî bû û li Îzmîrê jiyan dikir, êrîşên li hember gelê Kurd nedipejrand û berê xwe da herêmên berxwedana rêberiya cewheri ya Nisêbînê. Li Nisêbînê 134 roje ‘Qedexeya derketinê’ lê berdewam dike û li 9 taxan qedexe bi nivî hatiyê bi dawî kirin. Gelê Nisêbînê diyar kirin ku dewlet bi dorpêçan û qedexeyan re mafê jiyanê binpêdike û hewl dide ku hovîtiya pêk aniye ser bigre. Welatî bertek nîşanî nedayîna cenazeyan dan.
'Em dixwazin cenazeyê zarokên xwe defin bikin’
Ligel tevahî hewldanan malbata Mehmet Agirman nekarîn cenazeyên xwe werbigre. Dapîrê Mehmet Latîfê Akyuz anî ziman ku ew dixwazin cenazeyê zarokê xwe defin bikin û got ku Mehmet salek zêdetir li Nisêbînê ber xwe daye. Latîfeyê bi lêv kir ku wan di 2'ê gulanê de agahî girtine ku Mehmet jiyana xwe ji dest daye û wiha pêde çû, "Bi hevalên xwe re dixebitî, hêviyên wî hebûn û ji hevalên xwe hezdikir. Di dawî de tevlî hevalên xwe bû. Em ji biryara wî re bi rêzdarin û kêyfxweşin."
Latîfê wiha behsa neviyê xwe kir, “Soro 17 salî bû lê mirov digot qey 20 saliye û xebatên xwe bi vî rengî berdewam dikir. Ji bo gelê xwe dixebitî û gel gelê xwe bû. Gava dibêjim Soro apê wî tê bîra min. Mehmet navê apê xwe li xwe kir û navê wî bû Botan Soro. Ciwanek pir zîrek bû û ez bi neviyê xwe ser bilindim. Ji bo ku Mehmet li Nisêbînê têdikoşiya gelê Nisêbînê pir jê hezdikir. Bila serê gelê Kurd sax be. Têkoşîna wî ji bo gelê Kurd û gelan bû. Bi serkeftina xwe bawer bû û bi ser jî ket.”
(kom/dt/rc)