Fermandara YJŞ'ê Hêzda Şengal: Dem dema azadiya Rêberti ye

10:05

Hewlêr Şahîn/JIHNA

ŞENGAL - Fermandara YJŞ'ê Hêzda Şengal di derbarê tecrîda ser Rêberê PKK'ê Abdullha Ocalan berdewam dike de got: "Tenê Rêber Apo li Êzidiyan xwedî derketiye. Em ji fermanê xilaskirin û kirin xwedî vîn. Em tecrîdê na pejirînin û heya dawiyê em ê ji bo azadiya Rêberê xwe têkoşîn bikin."

Her diçe bertekên li hember tecrîda ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan berdewam dike zêde dibin. Fermandara YJŞ'ê Hêzda Şengal jî di derbarê tecrîdê de nirxandin kir. Hêzda da zanîn ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ne ji bo gelê kurd ji bo hemû gelên cîhanê ked daye û wiha domand: "Dema ku Rêbertî tê gotin afrenêrê jiyana azad tê bira min. Ji ber dema ku mirov ji dîrokê heya roja me ya îro meyze bike ti kesî wek Rêbertî ji bo gelan azadî û aramî ne afirandiye. Ji ber ku Rêbertî ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo hemu gelê bindest têkoşîn kiriye. Bi teyebet dema ku em li diroka xwe Êzidiya meyze bikin dirokek bi êş û fermanan tijîye. Heya niha kesî ji bo me tiştek nekiriye. Ez dikarim bêjim di diroka Êzidiyan de wek pêşeng tenê Rêbertî li Êzidiyan xwedî derketiye. Em ji fermana rizgar kirine, kirine xwedî vîn, em bi xwe hesiyane û me xwe rêxistin kir. Ev hemu jî bi saya fikir û ramanên Rêber Apo em bun gelek xwedî rêxistin û di hemu aliyan de dewlemendin. Ji bo vê yekê qandi ku Rêbertî ji bo me kiriye kes nekiriye, pêwîste ku em wek gelê Êzidî li azadiya Rêbertî xwedî derdevin."

'Em dixwazin li Êzidîxanê bi Rêbertiya xwe re jiyan bikin'

Hêzda destnîşan kir ku wan piştî fermanê xwe rêxistin kirine û wiha berdewam kir: "Wek YBŞ û YJŞ'ê piştî fermanê me xwe rêxistin kir. Armanca me ya sereke em wek hêzên Şengal yê leşkerî Rêbertiya xwe di aliyê fiziki de jî azad bikin. Li ser xaka Êzidxanê bi awayekî azad bi Rêbertiya xwe re jiyan bikin. Emê di hemu aliyan de tekoşîn bidin meşandin ji bo em Rêberê xwe azad bikin. Ew roj nêze ne dure ji ber her tişt bi berxwedan û tekoşînê serdikeve."

Hêzda anî ziman ku ew ê ticarî tecrîdê ne pejirînin û heya dawiyê li hember tecrîdê têkoşîn bikin û wiha dom kir: "Ev demeke me ti agahî ji Rêbertiya xwe ne giriye, bi rastî ev yek bi me re fikarên cuda dide ava kirin. Ji ber di hemu aliyan de pêşditinên Rêbertî di pêşdeye. Xeteriyên rojane li ser gelan dihat meşandin Rêbertiya me ev yek di dit di ani ziman. Dema ku ev tiştane dihatin ziman pilanên dijmin yên qirêj vale derdiket. Gelan li henberî van xeteriyan tedbirên xwe digirt ev yek dibu binketina pergala deshilatiyê. Vêcarê jî di deshilatiya dewletê Rêbertiya me di nav tecridê de xistin nav tecridek din. Ewana difikirin ku dema em ji Rêbertiya xwe bê agahî bimînin em ê gav şunde bavêjin. Yan ji wê têkoşîna me lewaz bibe, berevajî wê dijmin çiqas bi ser me de were hêrsa me ewqas mezin dibe. Biryara me ya xwe rêxistin kirinê hin xurtir dibe. Armancên me yên serkeftinê hin mezintir dibe."

Hêzda balkişand ser kampanyayên ji bo rakirina tecrîdê hatine despêkirin û wiha pêde çu: "Ev demeke Qampanyaya bi diruşma 'Em li Rêbertiya xwe ax û azadiya xwe xwedî derdikevin' ji aliyê rêxistinên jinan ve hatiye despêkirin. Li gelek cihan ev xebat hat meşandin. Ser vî bingehî li Başurê Kurdistanê Konferansek het liderxistin. Bi rastî xebatek bi qîmetbû, ji herderê bajdarbun hat çêkirin. Ji bo Rêbertî li herçar aliyê Kurdistanê meşên girseyî hatin çêkirin. Ev yek dide diyar kirin gel çiqas bi Rêbertiya xwe ve girêdayiye û xwedî li Rêbertiya xwe xwe derdikeve. Ji ber yê ku vî gelî ji taritiyê ber bi ronahiyê ve bir Rêbertiya me ye."

Hêzda baga xwedîderketina çalakiyên li hemberî tecrîdê li jinên Êzidî û hemû jin û gelan kir û wiha got: "Ez bang li jinê her çar aliyê Kurdistanê û bi teybet bang li jinên Êzidî dikim dibêjim êdi bese ma heya kengê em ê bêdengbin. Dem dema azadkirina Rêbertîye."

(zt)