Eylemê jî cenazeya Azîz xwestibû
10:21
Duygu Erol/JINHA
ENQERE-Şervana BOG’ê Eylem Ataş ku di pêngava azadkirina Mînbîcê de di pevçûna li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da ji 27’ê Hezîranê de ye nadin malbatê. Hevalên Eylemê yên li Enqereyê bi hev re xebat meşandine gotin Eylemê li ser malpera civakî gotinên wekê ‘Azîz rumet mirovahiyê ye, ji bo jin û zarokan berxwe da û mir. Ev 59 rojin cenazeyê wî nayê dayîn. Sibê zarokên we ji we bipirse hunê çi bersivê bidin”.
Tevî hemû serlêdanên ji bo girtina cenazeya şervana BOG’ê Eylem Ataşê ji 27’ê Hezîranê de ye cenaze nehatiye girtin û hemû serlêdan tên redkirin. Malbat û hevalên wê li ser malperê kampanyayê #EylemAtaşıİstiyoruz vekirin. Hevalên wê yên Enqereyê gotin: “Em her dera ku bi we bi zîhniyeta xwe ya faşîzan têk biriye, em bi pêngavên xwe dikin gulîlk.Emê ji bo vê têkoşîna xwe bidomînin. Ji bedenên mirî ditirsin. Em dest ji rêya xwe bernadin. Heta em Eylemê li ser xaka wê defin nedin wê têkoşîna me bidome.”
‘Divê hemû jin xwedî li Eylemê derkevin’
Endama Lijneya Rêveberiya Navenda Ciwanên Şoreşger Elîzabetta Carcar wiha got: “Hevala Eylem yek ji hevalên ku şerê mirovahiyê dida meşandin bû. Ji bo hemû jinan û gelan serî da vê rê. Û di vê rê de nemir bû.Divê hemû kes xwedî li hevala Eylem derkevin. Eylemê nîşanê her kesî da ku jiyanek mirovane çiqas bi bi nirxe. Ez bang li hemû jinên sosyalîst, şoreşger û jinan dikim ku xwedî li Eylemê derkevin.”
‘Ji bedenên mirî ditirsîn’
Elîzabettayê got her cihên ku zîhniyeta faşîzan hatiye wêrankirin wê bi pêngavên xwe bikin kulîlk û got wê ji bo vê têkoşîna xwe berdewam bikin û wiha berdewam kir: “Ji bedenên mirî ditîrsin. Ditirsin ku bedenekî bînin ser xaka ku lê hatiye dinê. Em dest ji rêya xwe bernadin. Heta cenazeya Eylemê neyê emê têkoşîna xwe berdewam bikin.”
‘Heta em Eylemê defin nekin wê têkoşîna me bidome’
Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Şoreşger Gul Nuhjîn Dînler bi lêv kir ku têkoşîna Eylemê li ser xaka wê dest pê kiriye û sînor derbas kiriye û têkoşîna xwe berdewam kiriye û got: “Li dijî çeteyê DAIŞ’ê ji bo rumeta mirovahiyê biparêze şer kir û jiyana xwe ji dest da. Em dibêjin şerê li dijî DAIŞ’ê şerê mirovahiyê ye.Em her tim li dijî qetilkirina zarokan, koletiya jinê, tecawizkirina jinê derktin.Eylemê jî ev dît û çû.”
Gulê got bi navê #EylemAtaşıİstiyoruz kampanya dane destpêkirin û got ji bilî Eylemê 150 cenazeyên şervanên azadiyê li sînor tên payîn û got heta Eylemê neynin ser xaka wê, wê têkoşîna wan bidome.
‘Em dixwazin Cemre Hevalê li ser milan defin bikin’
Endama MYK partiya Şoreşger Leyla Canê jî destnîşan kir ku Eylem ji 27’ê Hezîranê de li sînor tê payîn û ev tişt anîn ziman: “Eylem li dijî çeteyê çavsor, tecawizkar DAIŞ’ê li ser navê têkoşîna azadiya jinê berxwe da û jiyana xwe ji dest da. Tevî hemû serlêdanan cenazeyê nadin.”
‘Eylemê jî cenazeya Azîz xwestibû’
Leylayê ev pêvajo dişibe pêvajoya Azîz Guler û got Eylemê li ser malpera civakî ji bo Azîz Guler gotinên wekê ‘Azîz rumet mirovahiyê ye, ji bo jin û zarokan berxwe da û mir. Ev 59 rojin cenazeyê wî nayê dayîn. Sibê zarokên we ji we bipirse hunê çi bersivê bidin.’ Îro heman tişt ji bo Eylemê derbasdare. Eylemê ji bo cenazeyê Azîz têkoşîn dabû. Niha em jî bi heman berpirsyariyê ji bo Eylemê dibêjin. Ez bang li hemû jin, parlamenter û rêxistinên civaka sivîl dikim ku bila Cemre Heval li ser milan bê hildan û li ser xaka ku hatiye dinê bê definkirin.”
(hu)