Hevseroka MEYA-DER'ê Nerîman Urar hat binçavkirin

11:26

JINHA

WAN - Li Wanê di serdegirtinên malan de Alîkarê Hevşaredarê Şaxê Turgut Babur û Hevseroka MEYA-DER'ê Nerîman Urar jî di nav de hin kes hatin binçavkirin.

Li navenda Wanê û hin navçeyan serê sibehê operasyonên binçavkirinê pêk hat. Li taxa Şabaniye ya Artêmêtana Wanê tîmên taybet bi ber hin navnîşanan de girtin û Hevseroka MEYA-DER'ê Nerîman Urar jî di nav ne hin kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîan a Wanê û sedama binçavkirinan nehat hînbûn. Li navçeya Şaxê jî Alîkarê Hevşaredarê Şaxê Turgut Babur di serdegirtina malê de hat binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Navçeyê.

(zt)