Deniz Kaya: Em ê li hember polîtîkaya faşîzane têkoşîn bikin

11:44

JINHA

STENBOL - Piştî darbeya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê tecrîda li ser girtiyan zêde bû û girtî rastî îşkenceyê tên. Li ser navê girtiyên siyasî Denîz Kaya têkildarî polîtîkayên OHAL'ê û zextên li ser girtî û girtîgehan diyar kir ku zindan kirine laboratuvara OHAL'ê. Kaya, anî ziman ku ew dê li dijî tundî û polîtîkayên faşîzmê têbikoşin.

Piştî darbeya 15'ê Tîrmehê û îlankirina OHAL'ê zextên li ser zindanan pir zêde bûn. Bi taybetî zextên li ser girtiyên siyasê û kurd tecrida giran tê mişandin û hemû mafên wan ji destê wan hatiye girtin. îşkence, binpêkirina mafan, ji destgirtina mafan zêde bûye. Li ser navê girtiyên PKK û PAJK'ê Deniz Kaya têkildarî zext û tecrîda li ser girtiyan daxuyaniyek nivîskî da. Deniz, anî ziman ku piştî darbeya 15'ê Tirmehê bi awayekî peral zext li ser wan zêde bû. Deniz, destnîşan kir ku ji ber şerê di nava du klikên îxtîdarê de li ser wan êriş zêde bûne û wiha got: "Gladyoya Qesrê ku di 7'ê Hezîranê de darbeya siyasî pêk anî, piştî darbeya siyasî bi tang, top û balafiran bajarên Kurdistanê bombe kirin. Mirovên sivîl qetil kirin û şewitandin. Ji bo vê komkujî 3u talankirina xwe rewa bike navê 'Konseya Sulha Welat' lê kir. Ji 7'ê Hezîranê de vîna gel tune tê hesibandin. Ji bo darbeyê rewa bide xuyakirin di bi navê 'Em li demokrasiyê xwedî derdikevin' gel daxist kolanan. Hemû endamên çetayan ên li ser navê demokrasiyê derxistin kolanan kurd û elewî kirin hedefa xwe. Li dijî kesên muxalif êrîşên lîncê pêk tînin. Di bin navê demokrasiyê de êrîşên xwe rewa dide nîşandan."

Deniz, da zanîn ku piştî şerê navbera du klîkên darbekar de bi dawî bûn, şer berê xwe da eniya kurd û elewiyan û wiha got: "Li dijî kurd, elewî, îslama demokratîk, sosyalist, kedkar û hemû beşên azadî, edalet û aştiyê dixwazin şer hat destpêkirin. Divê hemû hêzên demokrasî aştî û azadiyê dixwazin vê talûkeyê bibinin û bibin yek. Divê hemû bi berpirsiyariya demokrasiya bingehîn li dora xeta têkoşînê kom bibin."

Deniz, destnîşan kir ku bi hezaran girtiyên siyasî yên li zindanan perçeyekî vê xeta demokrasiyê ne û dê li zindanan têkoşîna demokrasiyê berdewam bike û wiha got: "Di serdema îxtîdara AKP'ê de li zindanan îşkence, sirgûn, tecrit, desteserkirina mafan, êdi ketin halekî rûtin. bûn polîtikayên rojane. Niha êdi zindan bûne laboratuvara OHAL'ê. Bi taybetî piştî zagonên OHAL'ê polîtîkayên îxtîdarê li dijî Îmralî li dijî Rêber Apo pêş ketine. Demek dirêj e tecrîda fîîlî heye. Telefon, hevditin, ziyaret, telefon, name, fax û hemû mafên wî ji destê wî hatine girtin. Ji bilî vê yekê em nizanin li girava Îmraliyê çi dibe. Em tu agahiyê ji rêberê xwe nagirin. Ev pir aşkere ji aliyê ixtîdara AKP'ê ve pêş dikeve. Pir aşkere bi sinirê me dilîzin û hêrsa me zêde dikin. Ji bo wî welatî navnîşana aştî, demokrasî û çareseriyê Rêber Apo ye. Di heman demê te xeta sor a gelê kurd û tevgera azadiyê ye. J ber vê yekê em dixwazin demek berî demekê Rêberê me karibe bi malbat, parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Êdî sebra gelê kurd nemaye. Berî ku sebra kurdan biqede divê bi lezgîn şert û mercên Rêberê me baş bibin û bi lezgîn bigêje şert û mercên azad. Em wekî girtiyên PKK û PAJK'ê yên li zindanan jiyana rêberê xwe wekî jiyana xwe dibînin. Çi êrişên li dijî jiyana Rêberê me pêk bê em li hemberî jiyana xwe dibînin. Çalakiyên me jî dê di asta jor de pêş bikevin."

Deniz, xwest zextên li ser girtiyan pêş dikevin hemû raya tirkiye bizanibe. Deniz, anî ziman ku êdî piştî darbeyê îxtidara AKP'ê sirgûn, tecrit, işkence û binêkirina mafan kirine rewşek asayî û wiha berdewam kir. "Îxtîdar bi navê 'Ez li dijî darbekaran têdikoşim' tundiya liser girtiyan rewa dide xuyakirin. Dadgehên ku ji aliyên AKP'ê ve hatine avakirin hêj sucên girtiyan nehatine tespîtkirin li ser girtiyan zextan dimeşînin û mafên wan binpê dikin. Mafên girtiyan ên telefon, ziyareta girti û vekirî ji destê girtiyan hatiye girtin. Hemû hevdîtinên girtiyan ên bi parêzeran de di bin qeydan de ye. Dîsa girtî rastî cezayên dîsîplînê tên."

'Xeta Mazlum, Kemal, Hayri, Ferhat û Rêberê me xeta me ya têkoşînê ye'

Deniz, bilêv kir ku rojeva esasî ya girtiyên PKK û PAJK'ê rojeva Ocalan e û wiha berdewam kir: "Rojeva me ya esasî avakirina xwerêveberiya cewherî ya li Kurdistanê ye. Demokratîkbûna Tirkiye ye. Azadiya Rêber Apo ye. Em li dijî hemû êrîşên li ser nasname û gelê xwe dibin fedaî û diber xwe didin. Her kes têkoşîna me ya zindanê dizane. Wate rol û forma vê têkoşînê di dîrokê de rol û rista xwe lîstiye. Di darbeya leşkeri ya 12'ê îlonê de berxwedana zindanê rola xwe lîstiye. Rêberên me yên berxwedanê Mazlum, Kemal, Hayri, Ferhat û Reberê me li Zindana Îmraliye tarza berxwedanê nîşan daye. Xeta têkoşîna wan xeta me ye. Ji ber vê yekê tê zanîn rê û rêbazên çalakiyên me çine. Em kîjan çalakiyê kengî û li ku çêkin tê zanîn. Em jimara li ser piyan qebûl nakin. Di zirgûna navbera girtîgehan de em bi tu awayî tazîkirinê qebûl nakin. Em tu êrîşên li dijî rûmeta xwe qebûl nakin. Heta niha me bi riya Telekonferansê îfade qebûl nekir û ji niha û şûnde jî em qebûl nakin. Bi zorê me bibin SEGBİS'ê jî em îfadeyê nadin. Ji ber ku rêbaza SEGBİS'ê polîtîkayên sirgûnê rewa didin nîşandan. Em dema derkevin dadgehan em dê parastina rêveberiyên cewherî berdewam bikin. Di hevdîtina parêzeran de em qeydkirina hevdîtnê qebûl nakin.

Dem dem serdegirtina odeyan, mafê ragihandinê, desteserkirina pirtûk û amûran em qebûl nakin. Dîsa em tu rê û rêbaza çalakiyên tekakesî jî qebûl nakin. Em dê di lijî polîtikayên konsepta şerê taybet bi rêxistinî tev bigerin. Ji bilî çalakiyên navendî û giştî em tu çalakiyên tekakesî esas nagirin. Ew çalakiyên tekakesi pêk bên jî provokasê pêş dixin û em wan jî qebûl nakin. Em ji bo çareseriya pirsgirêkan berî her tiştî rê û rêbaza hevdîtin û diyalogê esas digirin. Ger ku daxwazên hevdîtin û diyalogê neyên qebûlkirin em dê seri li çalakiyên îtîata sivîl ên wekî slogan, lêdana mazgalan bidin. Li girtîgeha Elbistanê hevalê me Selver Yildirim ketiye rojiya mirinê. Em dixwazin demek berî demekê dest ji vê çalakiyê berde. Em tu çalakiyên tekakesî qebûl nakin. Di vê pêvajoyê de çalakiya tekakesî ne rast e. Em dê li dijî polîtikayên faşîzan di ber xwe bidin û em dê çalakiyên demokratîk pêk bînin."

Deniz banga xwedîderketina li girtiyan li hemû parêzvanên mafên mirovan kir û got: "Em bang li hemû parazvanên mafên mirovan ên neteweyî û navneteweyî dikin ku li hemberî van zextan bêdeng nemînin. Em bawer dikin ku her girtiyên PKK û PAJK'ê dê bi ruhê rêxistinî tev bigerin û rol û rista xwe ya dîrokî bilîzin. Em dê li dijî polîtîkayên faşizan heta dawî tebikoşin û em gelê xwe silav dikin."

(zt)