5 jinên Mînbîcê ji bo azadiyê tevlî YPJ’ê bûn
11:46
Gulan Botan/JINHA
QAMIŞLO – Bi paqijkirina Mînbîcê re jinên ciwan yên ji çeteyên DAIŞ’ê xilas bûn tevlî YPJ’ê dibin. Jinên ji bo parastina cewherî tevlî YPJ’ê bûn bang li her kesî kirin ku bila bên ew xdaka xwe û gelê xwe bi hev re biparêzin.
Meclîsa Leşkerî ya Mînbîcê di 1’ê Hezîranê de ‘Operasyona Azadiya Mînbîcê ya Fermandar Şehîd Faysal Ebu Leyla’ dan destpêkirin û di 69’an de ye. ji sedî 90’ê bajar ji çeteyên DAIŞ’ê hatin xilas kirin û jinên ji DAIŞ’ê xilas bûn jî li dijî zîhniyeta serdest a mêr tevlî YPJ’ê dibin. Jinan diyar kirin ku li dijî DAIŞ’ê û hovîtiya serdest a mêr wê xaka xwe û jinan biparêzin.
'Werin em xwe û gelê xwe biparêzin’
Ji gelê Ereb sê xwişkan ku hovîtiya DAIŞ’ê ji nêz ve dîtin tevlî YPJ’ê bûn. Hêvî Mînbîc, 17 roj şûnde xwe gîhand cem xwişkên xwe Berfîn Qehreman û Bahariye Viyan yên tevlî YPJ’ê bûne. Hêvî kêfxewşiya xwegîhandina cem xwişkên xwe jiya û got divê hemû jin bên YPJ’ê.Xwişkên min 17 roj beriya min hatin. Ez jî niha hatim. Ji zûde min dixwest ez bêm. Ez 17 roj şûnde hatim. Ezê xwe û gelê xwe biparêzim. Xwişkên min berê behsa YPJ’ê kiribûn. Min jî xwest ez bêm. Ez ban li jinên Mînbîcê dikim. Ji bo hatinê hîna li bende çine. Werin em bi hevre xwe û gelê xwe azad bikin.”
Xwişka Hêviyê, Berfînê jî wiha got: “Me her cureyê hovîtiya DAIŞ’ê bi çavê xwe dît. Serî, dest û ling jêdikirin. Ez bang li hemû jin û gelê Mînbîcê dikim ku bên tevlî YPG û YPJ’Ê bibin. Bila xwîna şehîda li erdê nemîne. Em mafên xwe biparêzin.”
'Jiyan û azadî li vir heye’
Ji gelên Tirkmen Gulbahar Mînbîc û Arîn Aseliye diyar kirin ku ji bo parastina cewherî tevlî YPJ’ê bûne û got: “Emê gelê xwe biparêzin.” Ji gundê Eseliye Gulbaharê wiha got: “Ez ji bo parastina jinan û gelê xwe hatim vir. Me zilma DAIŞ’ê dît. Em bûn şahidê pêkanînên dij mirovane. Em nêzî du salan di bin zextên DAIŞ’ê de man. Me pir êş û zilm dît. Birayê min hîna di destê wan de ye. aqûbeta wî ne diyare. Ez ji bo birayê xwe û jinan tevlî bûm. Tirk, Ereb, Kurd ferq nakin. Divê her kes beşdar bibin.”
(hu)