Li 3 navçeyan qedexeya derketina kolanan

12:41

JINHA

AMED - Li 13 taxên navçeyên Lîce, Pasur û Farqîna Amedê qedexeya derketina kolanan hat îlan kirin.

Di daxuyaniya ji aliyê walîtiya Amedê ve hatî dayîn de bi hinceta dê li çiya û daristanên navbera navçeyên Pasur, Farqîn û Lîcê de operason bê despêkirin, "qedexeya derketina kolanan" hat îlan kirin. Di daxuyaniyê de hat zanîn ku li gundên Dolaplidere û Dagcilar yên Farqînê; gundên Çirali, Kiyikoy, Dallica, Tureli û Kutluyên Lîcê û gundên Demirli, Kamişli, Çukurca, Bayirkoy, Termen û Taşkopruyên Pasurê ji saet 05.00'ê roja 09'ê tebaxa sala 2016'an ve qedexeya derketina kolanan hatiye îlan kirin.

Her wiha li gundên İslamkoy, Dolun, Narlıca, Yaylak û Agaçkorur yên bakurê Pasurê; gundên Keklikdere, Gorentepe, Uçbasamak, Onbaşılar, Boyunlu, Kayadere û Taşpınar yên Hazro duh êvarî saet di 17.00'an de qedexeya derketina kolanan hat îlankirin.

Di daxuyaniya duyem a walitiyê de qedexeya ser gundên bakurê Pasurê di saet 05.00'an de rabûye.


(zt)