Li dayikên Aştiyê îşkenceya zayendî, derb û tehdîd

14:40

JINHA

AMED – Ji meclîsa dayikên Aştiyê ya Amedê Nezahat Teke û Havva Kiran ku ji bo serdana Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Sêrtê çûn Sêrtê rastî îşkenceya zayendî hatin. Dayikan diyar kirin ku polîsan di bin navê ‘lêgerîna tazî’ de îşkence li wan kirine û çek berbi wan kirine.

Ji meclîsa dayikên Aştiyê ya Amedê Nezahat Teke û Havva Kiran ku ji bo serdana Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Sêrtê çûn Sêrtê rastî îşkenceya zayendî hatin. Dayikên Aştiyê têkildarîmijarê de li Şaxa ÎHD’a Amedê daxuyaniyek dan. Nezahat Tekeyê diyar kir ku çek berbi wan kişandine û gotin: “Em vê bêhiqûqiyê qebûl nakin û lanet dikin.”

'Îşkenceya rabe rune kirin’

Nezahatê da zanîn ku polîsan bi çekan pêşiya wesayîta wan girtin eû got: “Li ser rêya Dihê pêşî li me girtin. Me got belkî ji pêş tiştek bûye ji ber vê em sekinandine. Piştre berê çekan dan me. Em ji wesayîtê daxistin. Du polîsên jin em kaş kirin û birin hundirê prefabrîkê. Dayika Havva got bese ez westiya min kaş nekin. Wan jî got dema diçî kolanan nawestî, niha diwestî. Em kirin çongan. Li ser me diqêriyan. Polîsên jin bi zorê cilên me derxistin, lêgerîn kirin. Em tazîkirin. Tiştek li ser me nema. Bi awayekî tazî gotin rabin û runin.”

‘Ji bo ew nemirin em li kolanane’

Nezahatê êrîş lanet kir û got: “Bi saetan em tî hiştin. Telefonên me kontrol kirin. Ji ajokarê me re jî dibêjin çi karê te heye bi van re, pere j ite re lazime be em bikin. Ajokar jî dibêje hunê min bikin sîxur. Em wek dayikên aştiyê jib ilî aştiyê tiştekî naxwazin. Em li dijî mirinane. Ji bo kes nemire em li kolanene. Em li dijî mirina wan e.”

(bc-mm/hu)