Polîsan bi ser çalakiya nobetê de girtin

15:47

JINHA

MÛŞ - Li Mûşê di serdegirtinên malan de ên di 2'yê tebaxê de 11 kesên hatibûn binçavkirin hatin girtin. Îro jî polîsan bi ser çalakiya nobetê ya ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin de girtin û 2 kes hatin binçavkirin.

Li Mûşê polîsan bi ser nobeta ku ji bo balê bikişînin ser tecrîda li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li taxa Yeşîlyurtê hatiye destpêkirin de girtin. Di serdegirtinan de pankarta "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye ji tecrîdê re na" "Li dijî darbeyê ji bo demokrasiya radîkal em li qadan in" hatin desteserkirin.

Piştî serdegirtinê rêveberên HDP'ê yên Mûşê Sadrettîn û Cesîm Aslan hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Mûşê.

11 kes hatin girtin

Li aliyê din di 2'yê tebaxê de bi ser malan de hatibû girtin û 11 kesên hatibûn binçavkirin ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. Muhsun Yilmaz, Tugba Yilmaz, Naîm Sevînç, M. Alî Ozmen, Vedat Aydin, Omer Koç, Medenî Sola, Mesut Şanci, Ergun Gundogdu, Fuat Erol û welatiyê bi navê Sidki piştî îfadeyên wan ên li dozgeriyê bi daxwaza girtinê Sewqî Dadgeha Cezaya Sulhê hatin kirin. 11 kes bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê.

(va/rc)