Dewreya mamosteyên jin bi coşek mezin dawî bû

16:08

JINHA

RIMÊLAN- Li Akademiya Şehîd Dorşîn a xweser dewreya Şehîd Zîn Zagros ya mosteyên jin bi şahiyek dawî bû.

Li bajarokê Rimêlan ê girêdayî Girkê Legê a Kantona Cizîrê dewreya Şehîd Zîn Zagros a mamosteyên jin li Navenda Aram Tîgran a Çand û huner bi şahiyekê bidawî bû. Dewreya perwerdê ku ji 10'ê Tîrmehê ve bi tevlîbûna 37 jin hatî destpêkirin bi şahiyek îro bi dawî bû. Piştî deqeyek rêz ji bo têkoşerên azadiyê hat girtin ser navê Rêveberiya Komîteya Perwerdeya Civakî Demokratîk (KPC-Dem) Nûjîn Bilind axivî. Nûjînê diyar kir ku gavên îro tên avêtin gavên dîrokî ne û wiha domand, "Em îro di rojên dîrokî de derbas dibin. Di her warê jiyanê de berxwedanek mezin tê dayîn û di encamê têkoşînê de serkeftinên mezin tên bi dest xistin. Îro Rêber Apo di rewşeke tecrîdê de ye, lê em weke mamosteyên jin li vir ji bo azadiyê Rêbertiyê têkoşînê didin meşandin. Mamosteyên ku perwerde bidawî kirine jî, dê bibin find û vîna gelên Rojhilata Navîn."

Cîgera Desteya Perwerdeyê Jînda Ehmê bi lêv kir ku Şoreşa Rojava bi saya berxwedana jinê gihiştiye vê astê û wiha pê de çû: "Bi saya têkoşîna jinên Rojava îro şoreş gihiştiye vê astê. Em jî wek mamosteyên jin tevlî xebatên perwerdeyê dibin. Mamosteyên jin ji perwerdekirina zarok û tevahî civakê her kêlî di nav kar û xebatê de ne."

Di dawiyê de Koma Zîn Zagros şahiyek pêşkêşkir û bi belavkirina nasnameyên mamosteyan şahî bi dawî bû.

(rd/hs/rc)