Çapemeniya azad Deniz Firat û Huseyin Deniz bibîranî

16:51

JINHA

WAN - Xebatkarên çapemeniya azad ji bo bîranîna rojnamger Denîz Firat û Huseyîn Denîz li Parqa Hûnerê pêşangeha wêneyan vekirin.

Xebatkarên çapemeniya azad li Parka Hunerê ya Wanê, ji bo bîranîna rojnamger Denîz Firat a ku di 8'ê Tebaxa 2014'an de di encama êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da û bo rojnamger Husyîn Denîz ê di sala 1992'yan de li Serêkaniya Rihayê di encama êrîşeke çekdarî de jiyana xwe ji dest da, pêşangeha wêneyan vekirin. Di pêşangeha ku eleqeyeke zêde hebû de, Nûçegîhana DÎHA'ê Ozlem Tekîn axivî. Ozlem diyar kir ku dê pênûsa Denîz Firat a ku êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li dijî Qampa Penaberan a Maxmûrê ragihand cîhanê, de ji aliyê hempîşeyên wê yê jin li erdê nemîne û wiha got, "Em wek rojnamegerên jin, girêdana Denîz Firat a bo pîşeyê xwe esas digirin û soz didin ku em dê şopdarê wê bin. Em dê li herêmê li dijî feraseta DAIŞ warî her rastiyan ragihînin cîhanê."

Ozlem qetilkirina nûnerê Rojnameya Ozgur Gundem ê Serêkaniyê Huseyîn Denîz jî bi bîr xist û wiha domand, "Li ser qetilkirina Rojnamegerê Ozgur Gundemê Huseyîn Denîz re 24 sal derbas bûne. Lê belê hîn bêyî ku di dosyeya wî de hin geşedan xwe bidin der, dosye li refên tozgirtî hat nixumandin. Rojnameya Ozgur Gundemê ya ku di dîroka çapemeniya Tirkiyeyê de li gel 'Sansur', 'Êrîş' û 'Bi rastiyan her parêzvanê mafên mirova ye', ji 31'ê Gulana 1992'yan ve her tê bombebarankirin, xebatkarên wê tên qetilkirin û bi awayekî zêde rastî cezayê pereyî hat, lê nehat tepisandin."

'Çapemeniya azan nayê tepisandin'

Ozlem destnîşan kir ku ew berdewamiya çapemeniya azad a ku ji hêla îktîdarê ve çek li wan tên spartin, tên girtin û dixwazin bên tepisandin in û wiha wiha berdewam kir, "Di pêvajoyeke ku hemû bizavên rojnamegeriyê wek sûc tên dîtin de, di demên şer-aştiyê de tewra me çi bû, îro jî bi heman rûhiyetê em bizavên xwe yî rojnamgeriyê dikin û dê bikin jî. Em peyrewên Mûsa Anter, Gurbetelliyan, Denîzan û Huseyîna ne. Me pênûsê çapemeniyê, ji şehîdên çapemeniyê wergirt. Li vir ez dubare dibêjim, dê çapemeniya azad neyê tepisandin."

Piştî daxuyaniyê welatî li pêşangehê geriyan.

(zt)