ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Di yekemin salvegera şervana YJA-Starê Ekîn Wan jiyana xwe ji dest dayî de dayik û xwişka wê li hemberî deshilatiya mêran banga bilindkirina têkoşînê li hemû jinan kirin û gotin: "Bila jin li kevneşopiya berxwedanê ya Ekînê xwedî derkevin."
*Li gorî îdianameya ji bo nûçegihana DÎHA'ê Şermîn Soydan amadekirî cezayê mûebetê tê xwestin. Dayika Şermînê bertek nîşanî cezayê ji bo keça wê tê xwestin da û diyar kir ku Şermînê tiştê herî rast kiriye.
*Nivîskar û Helbestvana Jin Roza Metîna di derbarê pêvajoşa rewşa awarte ya li welêt û tecrîta li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de nirxandin kir. Rozayê diyar kir ku hikûmeta AKP'ê welatê Tirkiyê ber bi rewşek nediyar ve dibe û got, "Gelê kurd girêdayî serokê xwe ye, dewlet jî vê yekê baş dizane. Lewra dema ku li ser serokê gelekî tecrîd hebe ev tê wê wateyî ku li ser wî gelî jî tecrîd tê meşandin. Divê ev tecrît demîldest bi dawî bibe."
*Hevseroka Têkîliyên TEV-DEM'ê Eyhan Murad girîngiya kampanya berhevkirina îmzeyan a ku bi armanca azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatî destpêkirin nirxand û got, "Em ê bi hêz û têkoşîna jinan a rêxistinkirî rêbertî azad bikin."
*Jinên Şengalê li hember tecrîda ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nerazîbûnê xwe nîşan dan û wiha gotin, "Serokê me azade. Lê heta kû em serokê xwe di warê fîzîkî de jî azad nekin em ê dev ji têkoşînê xwe bernadin."
*Edaya li navçeya Baglar a Amedê di temenê xwe yê biçûk de cop, gaza îsotê û zextên polîsan nas kir, li aliyê din jî bi berxwedana li dijî zextan mezin bû. Edaya bi kelecan û kenê xwe dihat nasîn, hêviya xwe ya ku ti car nediqedya ji kolanên Baglarê bir Cizîrê.
*Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê Sozdar Gultekîn ya di dema qedexeya derketina derve de ducanî bû, bebeka ji ber di zikê dayika xwe de ditirse bi nexweşiya epîlepsî dikeve. Sozdarê got hewcedariya bebeka wê bi lênerînek baş û dermankirinê heye û got: “Ez her roj bi tirsa ku keça xwe winda bikim dijîm. Ji ber vê ez dixwazin di vê pêvajoyê de jin bibin yek qêrînek.”
*Tîma Futbolê ya Jinan a Stêrkê ya Hakarigucu li Colemêrgê tîma biniye, xebatên xwe berdewam dike. Jinên futbolîst diyar kirin ku li herêma ku futbolê dilîzin di maçan de zehmetiyan dikişînin û gotin bi berxwedanê zehmetiyan ji holê radikin.
*Bi pêşengiya KJA’yê kampanyaya ‘Ezê xwedî li Rêbertiya xwe, azadiya xwe û axa xwe derkevim’ hat destpêkirin û ev kampanya bi armanca azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dê 6 mehan di rojêve de bimîne. Di çarçoveya kampanyayê de jin wê xebatên înşakirinê li herêmên ku rastî êrîşên qirqirinê hatin, bidin berfireh kirin.