Dayika Şermînê Kudret Soydan: Şermîn ji ber dayîna rastiyan tê darezandin

09:01

Zeynep Durgut/JINHA

COLEMÊRG - Li gorî îdianameya ji bo nûçegihana DÎHA'ê Şermîn Soydan amadekirî cezayê mûebetê tê xwestin. Dayika Şermînê bertek nîşanî cezayê ji bo keça wê tê xwestin da û diyar kir ku Şermînê tiştê herî rast kiriye.

Nûçegîhana DÎHA'ê Şermîn Soydanê ya di operasyona ku dewletê bi mehan li Geverê dabû destpêkirin sernavê ‘Ji bo Geverê belgeya operasyona veşartî’ kir nûçe, di 14’ê Gulanê de hat girtin. Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê têkildarî doza Şermînê îdianame amade kir û ji aliyê 2’emîn dadgeha Cezayê Giran ve hat qebûlkirin. Di îdinameya wek skandal de têkildarî Şermînê bi îdiaya ‘şer û derfetên dewletê dike xetereyê’ muebet û bi îdiaya ‘endamatiya rêxistinê’ jî di navbera 3 û 8 salan , bi îdiaya ‘ji rêxistinê re alîkarî daye’ jî di navbera 5 û 10 salan de cezayê girtîgehê tê xwestin. Di îdianameyê de nûçeyên ku çêkiriye, axaftinên bi hevalên wê yên xebatê re û şefê nûçeyan re cih digire. Ji hevalên Şermînê yên rojnameger nerazîbûnên di derbarê îdianameya ser wê amade kirîn de nerazîbûn zêde dibin. Dayika Şermînê Kudret Soydan jî bertek nîşanî îdianameya ji bo keça wê hatî amadekirin da û wiha got: "Şermînê bi parvekirina Rastiyan fedekariyek mezin kir."

Dayika Şermînê Kudret Soydan diyar kir ku ew bi ked û helwesta keça xwe serbilinde û wiha axivî: "Ez bi keça xwe serbilindim. Şermînê ji ber ku rastî derxist holê niha di dadgehan de tê darezandin. Keça min rastî nivîst û ji dayîna rastiyan tawîz neda. Şermîn her tim ji rastî dişopand. Ji ber ku rastî derxist holê û di sekna xwe de tawîz neda niha tê darezandin. Şermîn di nav keçên min de ya herî jêhatiye. Girtina Şermînê tê wê wateyê ku hikumet çiqas ji rastiyan ditirse. Şermînê rêya rast hilbijart. Ez sekna keça xwe pîroz dikim. Wê ji gele re rastiyan parve kir û fedekariyek mezin kir."

'Şermîn ji ber dayîna rastiyan tê darezandin'

Kudret balkişand ser kelecana Şermînê û wiha domand: "Şermînê di nava berxwedanê de rastî nîvîsand. Li Tirkiyê ger mirov ji bo rastî nivîsandinê bê darizandin ev ji bo mirov rûmeta herî mezine. Şermîn mirovek xwedî rûmete, wê bê mafî tu car qebûl nekir. Niha jî dibêjin ku ji bo Şermînê mûebbetê dixwazin, em vê qebûl nakîn herkes divê wê rojê xwedî li Şermînê derbikeve û li hemberî vê daxwazê û biryarê sekna xwe nişan bide. Ger mirov ji ber dayîna rastiyan bê darezandin wê demê dad nemaye. Em vê biryarê û vê daxwaziyê qebûl nakin û şermizar dikîn."


Kudret dawiyê bang li hemû nûçegihanan û çapemeniya azad kir ku di 10'ê tebaxê de xwedî li Şermînê derkevin.

(zt)