'Bi têkoşîna jinan wê rêbertî azad bibe'
09:02
Ronîda Hacî/JINHA
TIL TEMIR- Hevseroka Têkîliyên TEV-DEM'ê Eyhan Murad girîngiya kampanya berhevkirina îmzeyan a ku bi armanca azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatî destpêkirin nirxand û got, "Em ê bi hêz û têkoşîna jinan a rêxistinkirî rêbertî azad bikin."
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 15'ê Sibata 1999'an heta niha 17 salin li Girtîgeha Îmraliye di bin tecrîda giran de ye. Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha parêzer nikarin biçin Îmraliyê. Ji 5'ê Nîsana 2015'an heta niha heyet nikarin biçin Îmraliyê. Zêdeyî salek e tecrîdek pir giran li ser Abdullah Ocalan tê meşandin. Piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê û ilana OHAL'ê der barê ewlehî û tenduristiya Abdullah Ocalan de fikar zêde bûn. Ji bo tecrîda girankirî bê şikandin li gelek deverên cîhanê û Kurdistanê çalakiyên cur be cur tên li dar xistin. Li Rojavayê Kurdistanê bi pêşengiya Kogra Star, bi armanca şikandina tecrîda li Îmraliyê û azadiya Abdullah Ocalan kampanya berhevkirina îmzeyan dabûn destpêkirin û kampanya bi encamên mezin berdewam dike.
'Azadiya rêber Apo azadiya tevahî gelane'
Hevseroka Têkîliyên TEV-DEM'ê Eyhan Murad derbarê rêveçûna kampanyayê de diyar kir ku ji bo xebatê berhevkirina îmzeyan ew hevdîtin ligel eşîreyên Ereban pêk tînin û wiha got, "17 salin li Îmraliyê tecrîdek girankirî li ser Rêber Apo tê meşandin. Azadiyê Rêber Apo azadiya tevahî gelan e. Divê herkes ji bo azadiya Abdullah Ocalan bikeve nava hewldanê û deng bide kampanyayê."
'Jin bi raman û felsefeya Rêber Apo re azadiya xwe naskir'
Eyhanê balê kişand ser bandora felsefeya Abdullah Ocalan û wiha pêde çû, "Jin bi raman û felsefeya Rêber Apo re azadiya xwe naskir. Bi seya Rêbertî jin ji nûve vejînbûn û dîroka xwe naskirin. Rêber Apo ne ji bo xwe malbata xwe hate dîlgirtin, ji ber têkoşîna gelên bindest îro di bin tecrîdeke girankirî de ye. Di şoreşa Rojava de jî Rêber Apo ev peyam dabû gel; Bi biratiya gelan re ber bi jiyaneke azad ve biçin. Em ê jî li ser vê bingehê têkoşîna azadî û demokrasiyê berdewam bikin.
'Divê CPT agahiyên xwe bi raya giştî re parve bike'
Eyhanê anî ziman ku divê heyeta CPT'î encma hevdîtina xwe yê ligel Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi raya giştî re parve bike û wiha dawî li gotina xwe anî, "Em bang li CPT dikin ku bi erkê xwe rabe û derbarê Rêber Apo de agahiyan bi raya giştî re parve bike. Em ê jî heya dawiyê bi berxwedaniya xwe xwedî li Rêberê xwe derkevin. Bi têkoşîna jinan wê rêbertî azad bibe."
(hs/rc)