'Bila jin li kevneşopiya têkoşîna Ekîn xwedî derkevin'

09:06

Vildan Atmaca/JINHA

WAN - Di yekemin salvegera şervana YJA-Starê Ekîn Wan jiyana xwe ji dest dayî de dayik û xwişka wê li hemberî deshilatiya mêran banga bilindkirina têkoşînê li hemû jinan kirin û gotin: "Bila jin li kevneşopiya berxwedanê ya Ekînê xwedî derkevin."

Nasnama jinê ya ku di tevahiya dîrokê de ji aliyê hişmendiya mêran ve avêtîn plana duyem bi têkoşîna jinên kurd carekdin derdikeve ser dika dîrokê. Ji Sakîne heya Arînan gelek caran têkoşîna jinan bi hişmendiya deshilatiya mêran re ru bi ru maye. Hişmendiya mêran gelek caran sinorê 'ehlaq' didin zorê, bedena jinan tehdîd dikin. Jin li hember ên dixwazin têkoşîna wan tine bihesibînin di eniyên pêş de cihê xwe digirin û têkoşînê mezin dikin.

'Bedena te ya tazî rometa me ye'

Şervana YJA-Starê Ekîn Wan (Kevser Elturk) a ku salek berê di 10'ê tebaxê de di şerek li hember artêşa tirk de jiyana xwe jidest dayî, bi bê ehlaqiya hişmendiya mêran re ru bi ru ma û bedena wê teşhir kirin. Hevalên Ekîn a ku bedena wê li ser medyaya civakî teşhir kirin, li bedena wê ya tazî xwedî derketin. Hevalên wê bi diruşma "Bedena te ya tazî rometa me ye" derketin qadan û peyama "Em ji bedena xwe ya tazî şerm nakin" weke darbeyek li hişmendiya deshilatiya mêran dan. Weke Ekîn di nava rêveberiyên xwecihî de bedena gelek jinên payeberz teşhir kirin. Dewleta ku tehmula wê ji hêz û vîna jinan re nîne, di dema qedexeya li Sûr û Cizîrê de weke malzemeyên polisan bedena jinan di siteyên fermî de teşhir dikirin.

'Em kurd bi kuştinê na qedîn'

Dayika Ekîn Delal da zanîn ku her ew navê Ekîn dibihîse ji bo yên wê qetilkirî destê xwe bilind dike û bêduayan dike û got: "Êdî bese em kurd bi kuştinê naqedin. Me her dem aştî xwest, dewletê jî her tim êrîş kir û ticarî samîmî nebû. Dewlet can û weledên me qetildikin. Rêzdariya wan ji cenazeyên me re jî nîne. Weke dayikek ji ber xemgîniyê gelek nexweşî bi min re çêbûne. Ez cardin dibêjim bila mala wan xirabibe. Xuda xezeba xwe li qatîlan bike."

'Divê li hember deshilatiya mêran em dengê xwe derxin'

Xwişka Ekîn Gulistan Elturk jî bilêv kir ku hişmendiya deshilatiya mêran li hember jinan nehatiye guhertin û wiha domand: "Hîna dewleta mêran polîtîka û lîstokên xwe yên qirêj li ser jinan berdewam dike. Ev polîtîka cardin mêrên leşker û polis dikin. Em jin li hember vê hişmendiyê derdikevin qadan û dengê xwe bilind dikin."

'Bêdeng nebin û serî nedanin'

Gulistan da zanîn ku Ekîn di mal de û li derdorê weke parêzvanê mafê jinanbû û wiha berdewam kir: "Wê ji deshilatiya mêran ser jinan nefret dikir. Dema ku mêran şidet li jinan dikir gelek hêrs dibû. Hêrs û kîna min jî li hember ên xwişka min qetilkirin heye. Bila jin li kevneşopiya Ekîn a têkoşînê xwedî derkevin. Bila bêdeng nebin û serî li hember mêran nedanin."

'Bi têkoşîna Ekînê bi min re jî guhertin çêbûn'

Gulistan da zanîn ku bi têkoşîna Ekînê, bi wê re jî di aliyê jiyanê û hişmendiya mêran de guherîn çêbûne û wiha dom kir: "Bi têkoşîna Ekînê re li gel min jî guhertin çêbûn. Ez dikarim dengê xwe derxim, dikarim li hemberî mêran derkevim. Berê ez ji mêran ditirsam. Niha ez ne ji mêrên pergalê, ne jî ji mêrên derdora xwe natirsim."


(zt)