'Ez her roj bi tirsa ku keça xwe winda bikim dijîm’

09:10

JINHA

MÊRDÎN-Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê Sozdar Gultekîn ya di dema qedexeya derketina derve de ducanî bû, bebeka ji ber di zikê dayika xwe de ditirse bi nexweşiya epîlepsî dikeve. Sozdarê got hewcedariya bebeka wê bi lênerînek baş û dermankirinê heye û got: “Ez her roj bi tirsa ku keça xwe winda bikim dijîm. Ji ber vê ez dixwazin di vê pêvajoyê de jin bibin yek qêrînek.”

Di qedexeya derketina derve ya li Nisêbînê de gelek binpêkirinên mafan hatin jiyîn û gelek jinên ducanî ji ber tisê zarokên xwe winda kirin. Sozdar Gultekîn ya wê demê ducanî bû bebeka wê epîlepsî tê dinê. Sozdarê got di 5’ê Mijdarê de 28 hefteyî zaroka wê hatiye dinê û zaroka wê bi nexweşiya epîlepsî ketiye. Sozdarê wiha got: “Min di ducaniya xwe de tiştên zehmet jiyan. Dengê dop, çek, panzer û qêrînan. Deng hîna di guhê min de ye. doktoran got zarok di zikê dayikê de tirsyaye û bi epîlepsê keitye. Di qedexeya yekem de bû bawerim. Roja Lokman Sune şehîd ket. Li pişt mala me pêk hat. Wê rojê min qêrîn bihistin. Ez pir tirsiyam. Ketim erdê. Xwîna min çû. Ji wê û şûnde nesekinî. Wê rojê bebeka min tirsiya. Ji ber sanciyan ez ranezam. Hîna gelek dem mabû ji welidînê re.”

'Nehiştin ez biçim cem bebeka xwe’

Sozdarê bi lêv kir ku bebeka wê mehekê di kuvezê de maye û wiha pê de çû: “Piştî zarok hat dinê du roj şûnde ez hatim Mêrdînê. 8 rojan li Nisêbînê mam qedexeyan destpê kir. Doktor li me geriya û got: “Divê hun şîr bidin zarokê, pêwistiya wê bi we heye.” Em li midûriyeta polîsan geriyan. Me rewş got. Lê nehiştin. Me xwe negîhand tu kesî. Hevjînê min telefonê Mîthat Sancar kir. Me qeymeqamtiyê destur girt em wisa derketin.”

'Belkî Arîn avê li vî agirî ke’

Sozdarê destnîşan kir ku navê Arîn Awzem li keça xwe kiriye û got: “Arîn tê wateya reviya agir. Awzem jî ava zemzemê ye. Di vî şerî de îla divê tiştek tiştekî temirîne. Min xwest Awzem vî agirî bitemirîne. Ji ber vê min Arîn Awzem danî. Keça min nobetan derbas dike. Me bir gelek nexweşxaneyan. Deme dirêj nexweşiya wê nehat teşîskirin. Niha 9 mehiye. Ji ber pêş neket di dilê wê de kuleke heye. Dema digirî nobetan derbas dike. Nakene, nagirî. Her çiqas ez bi keça xwe re dihatin Nisêbînê qedexe radibû. Belkî jî Arîn di pêşerojê de avekî li vî agirîreke.”

Sozdarê da zanîn ku ew li taxa Yenîşehîrê rudinişt û got tenê zaroka xwe ji malê girtiye û derketiye û ev tişt anîn ziman: “Di wêneyên dawî de min dît ku xaniyê min hilweşandine. Em li mala xizmekî xwe dimînin. Hevjînê min ji kar derxistin. Şert û merc çi dibin bila bibin. Em dikarin bijîn lê zarok nekare bijî. Ji bo keça min hawirek bi tendurist pêwiste. Ji ber prematureye divê enfeksiyonê negire. Divê 6 salan bê dermankirin.

'Bila hemû jin bibin yek qêrîn’

Sozdarê got wê li ser jinên di dema qedexeyê de zarokên xwe winda kiriye de lêkolînek kiriye û got: “Di vê pêvajoyê de gelek jinan di 7-8 mehiya xwe de welidîne. Hinekan zarokên xwe winda kirine. Ez dizanim wan çi hîs kiriye. Ji br ez her roj bi tirsa ku keça xwe winda bikim dijîm. Ji ber vê ez dixwazin hemû jin vê pêvajoyê de bibin yek qêrîn.”

(kom/hu)