‘Em ê bajarê xwe ava bikin’
09:14
Fîlîz Zeyrek/JINHA
EDENE- Bi pêşengiya KJA’yê kampanyaya ‘Ezê xwedî li Rêbertiya xwe, azadiya xwe û axa xwe derkevim’ hat destpêkirin û ev kampanya bi armanca azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dê 6 mehan di rojêve de bimîne. Di çarçoveya kampanyayê de jin wê xebatên înşakirinê li herêmên ku rastî êrîşên qirqirinê hatin, bidin berfireh kirin.
Kongreya Jinên Azad (KJA) ji bo tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û heremên ku bi êrîşên hêzên dewletê hatin xirakirin, kampanyaya ‘Ezê xwedî li Rêbertiya xwe, azadiya xwe û axa xwe derkevim’ dan destpêkirin. Pêkhateyên KJA’yê ya Edenê xebatên xwe yên 6 mehan derxistin û bi teybetî rojeva wan wê azadkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan be. Wê xebatên wan bi şîara ‘‘Ezê xwedî li Rêbertiya xwe, azadiya xwe û axa xwe derkevim’dest pê bike.”
‘Em ê tora piştgiriyê mezin bikin'
Endama KJA’yê Medîne Gumuş diyar kir ku ew ê xebatên xwe bi 6 mehan bi komisyona 6 kesan berdewam bikin. Medineyê got ku ew sekna jinê didin pêşanda û wiha berdewam kir: “Em hem xwedî li Rêberê xwe û hem li sekna jinê xwedî derkevin. Em ê li hember tevgara faşîstan têbikoşin.” Medineyê bi lêv kir ku ew ê kampanyaya ‘Xwîşk û Bira’ mezin bikin’ û wiha dom kir: “Em ê hemû bajarên ku di bin talan û qirqirinan de derbas bûne yê wekê Cizîr, Nisêbîn, Hezex, Sûr û Gever di çarçoveya kampanyadê piştgirî bidinê û emê avabikin. Em hewl bidin ku jinan tevlî kampanyaya piştgiriyê bikin. Xebatên me wê ji bo tora alîkariyê belav bibe.”
Medîneyê da zanîn ku dê jinên HDK û HDP’ê bi wan re bin û wiha axivî: “Em ê tax bi tax û navçe û navçe, jin bibin yek beden û em ê bajarên ku hatin xirakirin ava bikin.”
'Em ê ji tecrîde re bêdeng nemînin’
Medîneyê dest nîşan kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo jina bi qîmete û wiha axaftina xwe ber bi dawî bir: “Jinan xwe ji perspektîfên Birêz Abdullah Ocalan afirandin û têkoşîna xwe mezin kir. Em jin jî dema qedr û rihê berxwedanê ku Birêz Abullah Ocalan didê jinê li ber çav digirin, dê jin xwedî Rêberê xwe derbikeve. Jin dê li hember ve tecrîda ku li ser Rêbertî te meşandin beden nemînê”
(dt-hu)