Jinên Şengalê: Têkoşîna me ji bo azadiya serokê me ye

09:54

Suham Dexîl- Îlham Hecî /JINHA

ŞENGAL - Jinên Şengalê li hember tecrîda ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nerazîbûnê xwe nîşan dan û wiha gotin, "Serokê me azade. Lê heta kû em serokê xwe di warê fîzîkî de jî azad nekin em ê dev ji têkoşînê xwe bernadin."

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heya niha nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Ji 5'ê Nîsana 2015'an heta niha jî destûr nayê dayîn ku heyet biçe Îmraliyê. Piştî hewla darbeya 15'ê Tîrmehê û ilana OHAL'ê der barê ewlehî û tenduristiya Abdullah Ocalan de fikar û guman zêde bûne. Ji bo rakirina tecrîda girankirî û azadiya Abdullah Ocalan li her çar aliyê Kurdistan û cîhanê çalakî û kampanya hatî destpêkirin. Jinên Şengalê têkîldarê tecrîda girankirî de bertekên xwe anîn ziman û gotin, "Azadiyê Rêber Apo azadiya jinên Êzidî ye."

'Serokê me azade'

Leylê Hesen diyar kir ku ew piştgiriyek mezin didin kampanya azadkirina Abdullah Ocalan û wiha got, "Çi dibe bila bibe em ê ji bo serokê xwe têkoşîna xwe her tim bidin. Malbata serok û yên ku xwedî fikir û felsefa serokin, û parêzerên rebêre me nikarin biçin Îmraliyê hevditin serok re çekin. Dewleta Tirk tecrida girankirî li ser rebêre me dide meşan. Lê heta ku serokê me azad nebe em jî azad nabin û xwe azad nabînin."

'Serok Apo ji bo jina Êzidî her tişte '

Leylê wiha berdewam kir, "Serokê me azade. Lê heta kû em serokê xwe di warê fîzîkî de jî azad nekin em ê dev ji têkoşînê xwe bernadin. Yên kû dibêjin em rêxistinê mafên mirovane û em hertiştî dizanin, mafê mirovan nasdikin, tu tiştek nakin. Em wan şermezar dikin. Ji ber xwedî li karê xwe dernakevin û ji bo serokê me tiştek nakin û di bêdengiyeke mezinden in. Serok Apo ji bo jina Êzidî hertişte. Heta serok azad nebe jinên Êzidî jî azad nabe. Hêviya me ya herî mezin azadiya Rêberê me ye. Em dixwazin demek nêzde serokê me azad bibe û were çiyayê Şengalê."

'Têkoşîna me ji bo azadiya serokê me ye'

Berfê Eliyas jî bi lêv kir ku ew salek û nîve tu agahî derbarê rewşê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de nagrin û wiha pêde çû, "Ez Rêberê xwe, ax, av û azadiya xwe xwedî derdikevim. Azadiya Rêber Apo azadiya jinên Êzidiye. Em dixwazin di demek kin de serokê me azad bibe. Têkoşîna me ji bo azadiya serokê me ye. Heta serok azad nebe em azad nabin û em azadiya Rêberê xwe dixwazin."

'Bila edalet têkeve dunyayê'

Neam Xidir jî wiha got, "Demê ferman li me rabû kesek li me nebû xwedî ji bilî apoçiya. Em dixwazin rêberê me azad bibe û agahiyek jê bigrin. Hevdîtin jî neyê birîn û herdem pêk were. Em neheqiyê qebûl nakin, bila edalet têkeve dunyayê. Ma qey heq û edalet nemaye. Mixabin adalet di cihanêde tê binpê kirin. Ev tişt nayê qebûl kirin. Eger serokê me azad nebe em jî azadiyê naxwazin. Hêvî û daxwaza me ya herî mezin rêberê gelê bindest azad bibe."

Sosin Osman jî got ew azadiya Abdullah Ocalan dixwazin û wiha domkir, "Ev bû salek û nîv em tu agahî ji rewşê serokê xwe nagrin. Yên ku li ser serokê me tecrîdê didin meşandin em wan bi tundî şermezar dikin."

(rc)