‘Em ji bo şikandina têl û sînorên çêkirî hatin’

11:11

JINHA

MÊRDÎN- Jin li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ku piştî 134 rojan ‘qedexeya derketina kolanê’ beşek hat rakirin, ziyaretên xwe berdewam dikin. Jinên ku ji Xelfêtiyê hatine Nisêbînê diyar kirin ku ew ê têl û sînorên çêkirî ku li 6 taxa hatinê pêçan, bişkînin.

Piştî ku li navçeya Nisêbîna Mêrdîna ‘Qedexeya derketina derve’ ya 5 mehan bi qismî dawî bû, gel jiyanêk nû ava dikin. Li gel ku ziyaretên navçê berdewam dikin, jinên ku ji Xelfêtiya Rihayê hatine Nisêbînê gotin ku ew hatine sînoran bişkînin. Hevseroka HDP’ê ya Xelfêtiyê Fatma Korkmaz got: “Em hatin me malbat ziyaret kirin. Dêriyên xwe yên ku hatin miftêkirin ji me re vekirin û bi dîtina me kêyfxweşbûn. Em bûn şahidê berxwedana gelê Nisêbînê. Bombe bi ser gel de hatin barandin lê dîsa malên xwe neterikandin. Parçeyên bombeyan ku li malên wan kêtin nîşanî me dan û gotin ‘Heya em saxbin, mal, gund û welatê xwe naterikînin. Ev der ax û welatê meye.”

‘Sînor nikarin me ji hevdû qut bikin’

Fatmayê wiha got: “Mirov ji aliyê têlan yê din li malên xwe mêze dikin û dua dikin.” Fatmayê bi lêv kir ku li pişt têlan malên saxlam jî hene lê bes makîneyên kar dîsa jî wan malên saxlêm xira dikin û wiha berdewam kir: “ Ez bang li hemû ciwan û jinên welat û hemû aliyan dikim bila werin vir bi çavê xwe bibînin û maddî û manewî piştgirî bidin. Bila dest bidin hev û van sînoran rakin.Em dikarin dîsa bi hev re bi ax û keviran xaniyan çêbikin. Em ê dîsa Nisêbîna rengîn ava bikin. Bila gelê Nisêbîne hîs bike ku em bi wan re ne. Kurdîstan welatekî bê sînore. Em jin ji Xelfêtiyê hatin ku van sînoran rakin. Çiqas sînor deynin bila deynin tu car nikarin gelê Kurd ji hev qut bikin.”

‘Em ji bo wan li virin’

Nunêra KCD’ê Naîme Bayram jî diyar kir ku ew hatine moral û piştgirî dibin gelê Nisêbînê û wiha axivî: “Me xwest malên hatin şewitandin û xirakirin di cih de lêkolîn bikin. Gel neçar mane ji malên xwe derkevin û di malên ku bi çîtikan çêkirine jiyan dikin. Dema me malbat ziyaret dikir malbatan got ‘Çi bibê bila bibê ew malên xwe naterikîn in.’ Naîmeyê bi lêv kir ku malbat bi hêvîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em jin wê li qada berxwedanê qîr bikin û em ê rapêrîna xwe bînîn ziman. Werin em va sînorên çêkirî hilwêşîn in û em dîsa Nisêbînê ava bikin.”

'Em li ser axa xwe şîn dibin’

Dayika Aştiyê Ayşe Bûyukertaş jî got ku ew ê dest bidin ji bo ku ji vê zilma dewletê xilas bibin. Ayşeyê diyar kir ku dema ew vegeriyan Xelfêtiyê wê pirsgirêkan û ji bo lazimiyên gel xebatan bidin meşandin. Ayşeyê bertek nîşanî pêçandina taxên bi têlan da û wiha axivî: “We dîsa gel bi xwe li ser axa xwe jiyan ava bike. Em ê li hember pergala dewletê li ser piyan bin û em ê we pergalê şiken in. Ji bom e diwar û sînor tune nê. Ji bo ji gelê Kurd di tirsin êrîşî dikin. Em bibin yek bi hev re bin û piştgirî bidin hev du.”

(kom/dt-hu)