Gever û Şirnex wek qadên 'Bi rîsk' hatin îlan kirin
11:14
JINHA
ENQERE - Li Şirnex û Geverê bi biryara Lijneya Wezaretê gelek tax wek "qada birîsk" hatin îlankirin.
Li Şirnexê û Gevera Colemêrgê gelek tax bi biryara Lijneya Wezaretê wek "qada birîsk" hatin îlankirin. Li navçeya navendî ya Şirnexê gellek beşên taxên wek Cumhûriyet, Gazîpaşa, Îsmetpaşa, Yenî û Yeşilyurtê li ser nivîsa Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê ya 26'ê Tîrmehê, wek "qadên birîsk" hatin îlankirin. Her wiha li Gevera Colemêrgê jî gellek beşên taxên wek Cumhûriyet, Dîze, Eskîkişla, Gungor, Mezarlik, Yenî û Yeşîldere bi heman nivîs û biryarê wek "qadên birîsk" hatin îlankirin û ev biryar di hejmara Rojnameya Fermî ya îro de hat weşandin û ket meriyetê.
(dt/rc)