Li Êlihê KJA dest bi kampanya azadiya Abdullah Ocalan kir
11:33
JINHA
ÊLIH - Kongreya Jinên Azad (KJA), bi şîara "Ez li Serokê xwe axa xwe û azadiya xwe xwedî derdikevin" li Êlihê kampanya azadiya Ocalan da destpêkirin.
Starta kampanya nobeta Azadiya Abdullah Ocalan ku ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bixwazin li gelek bajaran dest pê kiriye, li Êlihê jî belav bû. KJA, li Êlihê bi şîara "Ez li Serokê xwe, axa xwe û azadiya xwe xwedî derdikevim" dest bi kampanyayê kir. KJA di çarçoveya kampanya azadiya Abdullah Ocalan de dê li Kurdistan û Tirkiye 6 mehan kampanyayê berdewam bike û armanc dike ku ji bo azadiya Ocalan hêza heyî têxe nava liv û tevgerê. Kampanya ku li salona Sînema ya Yilmaz Guney hat destpêkirin, bi tevlêbûna wekîlên HDP'ê yên Êlihê Ayşe Acar Başaran, Saadet Becerikli endam û rêveberên HDP û DBP'ê, Dayikên Aştiyê, endamên KJA û gelek welatiyên din amade bûn. Li salonê posterên mezin ên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin vekirin.
'Xeta me ya sor Ocalan e'
Di civîna kampanyayê de wekîla HDP'ê Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku Abdullah Ocalan mîmarê projeya komara demokratîk û ekolojîk e û temînata aştiya gelê kurd û tirk e. Aşyeyê da zanîn ku tenduristiya Abdullah Ocalan wan dixe nava fikaran û Abdullah Ocalan ji bo jinan û gelê kurd xeta sor e. Ayşeyê xwest bi lezgîn heyetek serbixwe biçe Îmraliye lêkolîn bike û agahiyên şênber bi gel re parve bike. Ayşeyê, da zanîn ku ew dê bi şîara azadiya Abdullah Ocalan li her derê têkoşîna xwe bilind bikin.
Ayşeyê bi lêv kir ku wan bi dirûşmeya "Her Warek Welatek" kampanya daye destpêkirin û got her warek welatê jiyanê ye. Civîn bi silayta ji bo Abdullah Ocalan hatibu amadekirin bi dawî bû.
Di 12'ê Tebaxê de dê li Salona Konferansê ya Şaredariyê panel û di 17'ê tebaxê de li Amedê bi girseyî tev li "Nobeta Azadiya Ocalan" bibin û di 1'ê Îlonê de jî dê li bajar mîtîngek gelek mezin pêk bînin.
(rc)