Îşkence li ser girtiyên siyasî hat rapor kirin

12:18


JINHA

ANTALYA - Îşkenceya ku di 5'ê Tebaxê de li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê girtiyên siyasî rastî wê hatibûn, ji hêla ÎHD'ê ve bi hevdîtinên bi girtiyan re hat raporkirin. Ji girtiyan Denîz Yildiz ê ku îşkenceya ku rastî wê hatine bo parêzerên xwe ragihand, di dema ku ji odeya hevdîtinê wî dibirin qawîşê jî rastî şideta gardiyanan hatiye.

Îşkenceya ku di 5'ê Tebaxê de li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê girtiyên siyasî rastî wê hatin, li ser daxwaza malbatan, ji hêla Komîsyona Girtîgehê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di encama hevdîtinên bi girtiyan re hat raporkirin. Di rapora ku hat amadekirin de, hat diyarkirin ku pêkûtiyên xwe dane der ne kêmî yên pêvajoya hewldana derbeyê ne.

Girtî rastî îşkenceyê, xizmên wan jî rastî şidetê hatin

Li gor hevdîtinên bi hemû girtiyên siyasî re di raporê de hat diyarkirin ku; roja bûyerê nêzî 50 karmendên parastina înfazê bi heqaret û sixêfan bi ser qawîşa F/2'yan de girtine, amûrên aîdî girtiyan belawela kirine, xesar dane wan, hemû girtiyên li qawîşê derbkirine û ew derxistine korîdorê û ji piştêve destbend kirine û li qadekê civandine.

Di raporê de hat diyarkirin ku piştî êrîşê girtiyên bi navê Mehmet Aktaş, Fûrat Unver û Kazim Benek hatine derbkirin û ew birine odeya Hêzên Amadehiyê. Girtî zêdeyî saetekê li vê odeyê hatine rawestandin û rastî îşkenceyeke dijwar hatine. Di raporê de hat destnîşankirin ku di heman odeyê de bi girtiyan xwestine dirûşmeya "Çendî bextewar im, ku ez tirk im' bidin berzkirin û li gel vê bi sixêf û heqaretan girtî nêzî saetekê rastî îşkence û feleqeyê hatine û her 3 girtî 2 saetan di hucreyan de hatine rawestandin. Di raporê de hat diyarkirin ku girtiyên din jî bi awayekî dijwar rastî îşkenceyê hatine û bi wî halê îşkencekirî ew derxistine hevdîtina vekirî. Li gel girtiyan di raporê de hat diyarkirin ku di heman demê de xizmên wan jî rastî heqaretê hatine û hinek ji wan jî hatine derbkirin.

Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê veguherî Girtîgeha Amedê

Di berdewamiya raporê de arasteyî rewşa girtiyên ku rastî îşkenceyê hatin de agahî hatin dayîn. Li gor vegotinên girtiyê bi navê Fûrat Unver ê ku nexweşîna kronîk a dilî pê re heye, di dema îşkenceyê de sergardiyan Yahya ji girtiyan re gotiye, "Xwedayê we ez im" û bi vî awayî êrîşî wan kiriye.

Hat diyarkirin ku Furat Unver aniye ziman ku ew di sala 2016'an de Girtîgeha Amedê ya Hejmara 5'an dijîn û hatiye tespîtkirin ku bi zor û heft bela Furat li ser piya hatiye odeya hevdîtina bi parêzer re û li qirik û serê wî werimîn hatine dîtin. Her wiha dîsa ji ber bi awayekî ters hatiye destbendkirin, li destê Furat birîn çêbûne.

Li bedena girtiyan şopê îşkenceyê

Ji girtiyan Emrah Olmez ê beriya îşkenceyê lingê wî tehl bûbû û xistibûn alçiyê, di dema îşkenceyê de lingê wî yê di alçiyê de tê derbkirin. Û di gellek derên bedena Emrah de reşbûyîn û birîn hatine dîtin.

Ji girtiyan Ozgur Çelîk jî, ji ber nexweşê astimê ye, hin derên destê wî hatine jêkirin û li ser milê wî şopên eciqandin û îşkenceyê hatine dîtin. Di raporê de hat diyarkirin ku ji girtiyan Denîz Yildiz, li ling, pişt û milên wî birîn û eciqandin hatine dîtin û her wiha ji ber îşkenceyê nikare destê xwe yî çepê bilivîne. Her wiha di raporê de hat diyarkirin ku li bedena nûçegîhanê DÎHA'ê Feyyaz Îrmak, Firat Goktepe, Kazim Benek, Mûrat Polat, Devran Unver û Mehmet Aktaş şopên îşkence û birînan hatine dîtin.

Dema ji cem parêzeran ew birin, hat derbkirin

Di raporê de hat destnîşankirin ku ji girtiyan Firat Can, Şahîn Ozkanat û Ferîdûn Demîr jî bi rîska îşkencekirinê re rû bi rû ne û di encama raporê de hat diyarkirin ku li girtîgehê pêkanîna îşkenceyê bi awayekî aşkere xwe dide der. Her wiha hat diyarkirin ku girtiyê bi navê Denîz Yildiz piştî hevdîtina bi parêzeran re dema ku ji odeya hevdîtinê wî dibirin qawîşê jî rastî şideta gardiyanan hatiye.

Tê payîn ku dê ÎHD di rojên pêş de vê raporê berpêşî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bike.

(kom/rc)