Ji bo Abdullah Ocalan 18 serledana hevdîtinê

12:21

JINHA

STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'e Abdullah Ocalan ji bo bi muwekilê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin, piştî darbeya 15'ê Tîrmehê cara 18. ji Dozgerê Komarê yê Bûrsayê xwest ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin.

Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan piştî darbeya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê cara 18. ji dozgerê Komarê xwestin ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin. Parêzerên Buroya Hiqûqa Asrînê Cengiz Çiçek, Emran Emekçi û Mazlum Dinç ji bo bi Birêz Abdullah Ocalan û 3 girtiyên li Îmraliyê re hevdîtin bikin carek din ji Dozgerê Komarê yê bûrsayê daxwaz kir ku hevdîtin pêk bê.

Parêzerên Abdullah Ocalan ji 18'ê Tîrmehê heta niha cara 18. daxwaz dikin biçin Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin. Lê dozger 17 carin serlêdanê red dike.

(kom/rc)