Li Zanîngiha Gazî 2 hîndekar ji pêywirê hatin dûrxistin!
13:48
JINHA
ENQERE - Hîndekarên Zanîngeha Gaziyê Doç. Dr. Betul Yarar û Doç. Dr. Kemal Înal ên belavoka "Em dê nebin hevparê vî sûcî" îmze kirin, ji peywirê hatin dûrxistin.
Piştî îlankirina Rewşa Awarte (OHAL), pêvajoya dûrxistina ji zanîngehan a li dijî hîndekarên ku endamên Akademîsyenên Ji Bo Aşitiyê ne, dubare xwe da der. Hîndekarên Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Gaziyê Doç. Dr. Betul Yarar û Doç. Dr. Kemal Înal ji zanîngehaê hatin dûrxistin.
Piştî belavoka "Em dê nebin hevparê vî sûcî" îmzekirin, nivîsên gef xwarinê li odeyên Doç. Dr. Betul Yarar û Doç. Dr. Kemal Înal hatibûn daliqandin. Pişt re Înal, îmzeya xwe ji belavokê vekişandibû.
Her wiha hefta borî li Zanîngeha Anadolûyê ya Eskîşehîrê jî 21 akademîsyenên ku ji ber belavok îmzekiribûn, ji peywirê hatibûn dûrxistin.
(rc)