KJA’yê gora Ekîn Wanê ziyaret kir
15:15
JINHA
WAN-Pêkhateyên KJA’yê çûn ser gora endama YJA-STAR’ê Ekîn Wanê ya ku li navçeya Gimgimê di 10’ê tebaxa 2015’an de hatî qetil kirin. Jinên ku li ser goristanê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin dorpêç kirin gotin: “Hûn nikarin tu car têkoşîna me astêng bikin.”
Pêkhateyên KJA’ê çûn ser gora Ekîn Wanê ya li navçeya Gimgimê di 10’ê tebaxa 2015’an de hatî qatil kirin. Jina li ser gora ku li taxa giredayî navçeya Îpekyolê parqarta ‘Bedena Ekîn Wanê ya tazî bedena me ye’ hilgirtin û dirûşmeya ‘Şehîd namirin’ berz kirin. Di ziyareta gora Ekîn Wanê de endamên KJA’ê, cigera Hevserok Berîtan Taylan, Hevseroka navçêya Gurpinarê Gulistan Orhan, Hevseroka DBP’ê Nazmiyê Acar rêvebirên DBP- HDP’ navêndê û navçêyê û Meclîsa Dayika Aştiyê amede bûn
Jin xistin bin dorpêçê!
Jinên ku çûn ser goristanê ji alîyê wesayîtên zirxî û TOMA’yan ve hatin dorpêç kirin. Lê jinan li hember hemû astengiyên hêzên dewletê ziyareta xwe ya goristanê pêk anîn.
‘Hat dîtin ku dewlet ji jinan ditirse’
Hevseroka Navênda DBP’ê ya Wanê Nazmiye Acar li ser gora Ekîn Wanê axivî û got: “Li Tirkiyê bûyerê ku ahlaqê mirovan dixin tengasiya tên jiyandin. Hêzên dewletê salên 90’an de bedena Zîlan tazî kirin û heya hêzên leşkerî pel cenazê kir û wêne kişandin. Hat dîtinin ku dewlet ji jinan ditirsê. Ew tovê kul i ser wan axa hat çandin Asyayan dayikên wek Teybet anîn dinê. Ev têkoşîn tucar xilas na bê.”
‘Dibê ku êdî gelê Wanê rabê ser piyan’
Piştî Nazmiyê ji Meclîsa Dayikan Leyla Duman axivi û got: “Ez bejna xwe li ber şehida ditewîn im. Bila êdî gelê Wanê rabê ser piya. Em wek dayikan alîgirên aştiyê ne. Hêzên dewletê tu car nikarin ji têkoşîna me re bibin asteng.”
Ziyareta goristanê bi xwendina duayan dawî bû.
(htk-ba/ dt-hu)